Li navçeya Tûşbayê ya Wanê bi mezinahiya 3.4an erdhej çêbû. Çende deqe piştre li heman herêmê bi mezinahiya 3.6an erdhej çêbû. Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan (AFAD) têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku erdhej saet di 11.39an de çêbû. Mezinahiya erdhejê weke 3,6 (Ml) hate pîvandin û hat gotin ku navenda wê navçeya Tûşbayê ye. Hat ragihandin ku erdhej 10.69 km’an di bin erdî de çêbûye.
Çend deqe piştî her du erdhejan, îcar jî li Tûşbayê bi mezinahiya 4,0 û 4,2yan erdhej çêbûn. Erdhej, li navenda bajar û navçeyên derdora wê jî hatin hîskirin. Li gorî agahiyên destpêkê, tu windahiyên canî û malî çênebûne.