10 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

li Wanê her sê jinên şoreşger hatin bibîranîn

Siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li Wanê hatin bibîranîn. Di bîranînê de hate gotin ku hişmendiya ku jinên şoreşger û pêşeng hedef digire hişmendiya mêr-dewletê ye û dê li dijî hişmendiya kujer têbikoşin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya salvegera kuştina jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku di 9 çileya 2013an de li Parîsê hatin kuştin, li ŞanoWanê bernameya bîranînê li dar xist. Di bernameyê de wêneyên her sê jinên şoreşger û Sevê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên ku di dema xweseriyê de li Silopiyayê hatibûn kuştin, li ser dikê hatin bicîhkirin. Li eywanê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Xeta Sarayê, di têkoşînê de israr di şer de serkeftin e” hatin daliqandin.

Rêveberên Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Patî) yên navend û navçeyan, parlamenterên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û DBPê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li bernameya bîranînê bûn. Bername bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.

Hevseroka MEBYA-DERê ya Wanê Hanim Kaya di bîranînê de axivî û bal kişand ser hedefgirtina jinên şoreşger ên Kurd. Hanim Kaya da zanîn ku hişmendiya ku jinên şoreşger û pêşeng hedef digire hişmendiya mêr-dewlet e û got: “Em dikarin Sakîne Cansizê di xeta azadiyê de bigirin dest ku pêşengek vê xetê ye. Sakîne Cansiz û hevrêyên wê li dijî vê hişmendiya mêr-dewlet her tim li ber xwe didan û tu caran paş ve gav neavêtin. Em ê jî li ser rêya van hevalan li dijî hişmendiya kujer û mêrperestiyê li ber xwe bidin.”

Dû re aktivîsta TJAyê Aynûr Sarica axivî û diyar kir ku jiyana azad û wekhevî bi dest û keda jinên li Kurdistanê derdikeve holê. Aynûr Sarica destnîşan kir ku ji ber vê yekê her tim hişmendiya mêr-dewlet êrişî jinên şoreşger ên Kurd dike û got: “Netewe-dewlet her tim êrişî jinan dike û dixwaze hişmendiya jinan têk bibe. Lê em ê li ser şopa xwedawendan bin û têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî axaftinan sînevîzyona ku li ser jiyana jinên şoreşger ên Kurd hatibû amadekirin, hat temaşekirin.

Bername bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.