12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Wanê êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin

Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal têkildarê êrişên li ser rojavayê Kurdistanê got “Em we ji Roboskî, Zîlan, 33 Gûle û dema ku we bedena me bi erdê re kaş dikir, nas dikin û em vê bîranînê zindî dihêlin. Em van ji bîr nakin û em ê li dijî zilma we tekoşîna xwe mezintir bikin.”

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tayînkirina qeyûman li Qada Kentê ya Wanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Kurdistan goristan ji bo faşistan”, “Bijî Serok Apo” û “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” hatin berzkirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, parlementerê DEM Partiyê Mahmût Dîndar û Zulkuf Ûçar, rêveber û nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de ewilî parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Ûçar axivî û got: “Rojava Wan e, Êlih e, Amed e, sînorên we nikare me û gelê Rojava ji hev qût bike. Hûn dê li cem çete û komên teroristan bin, yan li cem gelê ku hûn her roj jê re dibêjin em xwişk û birayên hev in, bin. Biryara xwe bidin, em ê heta dawiyê li cem gelê Rojava bin û demokrasiya wir biparêzin. Dixwazin Abdullah Ocalanê ku li Îmraliyê berxwedaneke mezin nîşan daye, di şert û mercên ne wekhev de tev li danûstandinan bibe. Hemû gelê Kurd û dostên wan vê yekê baş dizanin. Li Îmraliyê 26 sal e ku berxwedaneke mezin heye, gelê Kurd bi sed salan berxwedana xwe ya li hemberî vî aqilê kolonyalîst berneda û dê îro jî bernede.”

‘Em ê li dijî zilma we tekoşîna xwe mezintir bikin’

Hevşaredar Neslîhan Şedal jî axivî û da zanîn ku ew weke hevşaredarên Wanê dê li dijî xespkirina vîna gelê kurd li ber xwe bidin û têbikoşin. Neslîhan Şedal, anî ziman ku yên nerewa desthilata AKPê û MHPê bi xwe ye û ev tişt gotin: “Partiyek ku nerewa hebe ew jî hûn in. Em we ji Roboskî, Zîlan, 33 Gûle, dema ku bedena me ji erdê kaş dikin, nas dikin û em vê bîranînê zindî dihêlin. We pêşengên me xistine zîndanê, bi dar ve kirine, we cenazeyên dayikên me hefteyekê di nava kolanan de hiştiye. Em van ji bîr nakin û em ê li dijî zilma we tekoşîna xwe mezintir bikin.”

‘Em li ber we serî natewînin’

Hevşaredar Abdullah Zeydan mafê axaftinê girt û da zanîn ku li dijî xespa vînê ew li dû gotina xwe ya ewil in. Abdullah Zeydan, bi bîr xist ku gelê Wanê carekê bersiva xespkirina vînê daye û wiha berdewam kir: “Em li ber we serî natewînin û em xespkirina vînê qebûl nakin. Me roja ewilî çi gotibe, em hêj jî li dû gotina xwe ne û em ê destûr nedin ku hûn vîna gelê me bin pê bikin. Em ê nehêlin ku hûn çavkaniyên gel pêşkêşî rantê bikin. Dest ji van kiryaran berdin, heke hûn bibêjin mafê kurdan ê hilbijartinê tuneye, bi awayekî vekirî bibêjin û sidoqan nedanên.”