Li Wanê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê wê bi pêşengiya partiyên siyasî û saziyan bi dirûşma “Li dijî şer û dagirkeriyê em aştî, li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin” mîtîng bê lidarxistin. Tê payîn ku Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan beşdarî mîtînga 1’ê Îlonê ku wê roja Yekşemê li Parka Aştiyê ya Musa Anter bê lidarxistin bibe.
Siyasetmedarên DEM Partî û DBP’î banga tevlîbûnê kirin.
‘Rojeva sereke tecrîd e’
Endamê Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ûgûr Bayrak diyar kir ku ew ji bo aştiyeke birûmet têdikoşin. Bayrak diyar kir ku ew ê di mîtîngê de tecrîdê bi dengekî bilind bînin ziman û got: “Berî her tiştî rojeva sereke ya vî welatî tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê heta ku tecrîd neyê rakirin û birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk neyne, ne mimkun e mirov behsa aştiyê bike.”
Bayrak anî ziman ku bi pergala heyî aştî nayê avakirin û got: “Ji bo ku em behsa aştiyê bikin, beriya her tiştî divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî ya fizîkî ji nû ve pêk bê. Li aliyekî gelê kurd ê birûmet û berxwedêr, li aliyê din jî pergala barbar a faşîst heye. Ji bo ku ev her du alî behsa aştiyê bikin, divê tecrîda li ser birêz Ocalan ku berdewam dike bi dawî bibe. Di mîtîngê de ku em ê di 1’ê Îlonê de li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter li dar bixin, em ê vê daxwaza xwe bi beşdariya bi hezaran kesî biqîrin.”
Banga ji bo têkoşîna aştiyê
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurtê jî diyar kir ku bi salan e li hemberî gelê kurd polîtîkaya şer û înkarê tê meşandin û got ku divê pirsgirêk di nava şert û mercên aştiyane û demokratîk de bên çareserkirin. Kûrtê got ku divê her kes ji bo aştiyê têbikoşe.
‘Sedema krîzê polîtîkaya şer e’
Kûrtê bal kişand ku aştî bi pergala heyî nayê avakirin û wiha dewam kir: “Sedema herî mezin xizanî, tundî, koçberî, kuştina jinan, krîza çandiniyê, cînayetên kar û betaliyê polîtîkayên şer e. Ji bo bidawîbûna van krîzan demildest divê dest ji polîtîkayên şer û vê ferastê bê berdan.”
Kûrtê herî dawî bang li her kesî kir ku beşdarî mîtînga 1’ê Îlonê bibin.