Berxwedana ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat destpêkirin, li tevahiya bajêr dewam kir. Îro li bajar li ser Kolana Cumhuriyetê ya navçeya Rêya Armûşê bi beşdariya Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan, daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn.
Piştî daxuyaniyê girse ber bi Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê ve meşiya. Di meşa ku bi hezaran kes lê amade bûn de bênavber dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Bijî Serok Apo”, “Dê qeyûm hesap bidin gel” û “Hevşaredar rûmeta me ne” hatin berzkirin.