Li Wanê Koordînasyona Li Dijî Tundiyê, ku ji 13 rêxistin û komîsyonên jinan pêk tê, di çarçoveya kampanyaya “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin xwe rêxistin dikin” de, bi boneya salvegera mirina biguman a Rojîn Kabaîşê ji Wan AVMê heta Qada Bajêr meşek li dar xist. Di meşê de pankartên “Ji bo Rojîn edalet” û “Têkoşîna li dijî qirkirina jinê we azadiyê biafirîne” hatin vekirin û dowîzên “Çi bi Rojîn hat?”, “Rojîn li benda edaletê ye” hatin hilgirtin. Girseyê dirûşmeyên “Bijî berxwedana jinan”, “Jin jiyan azadî” û “Mêr lê dide, dewlet diparêze” berz kirin û bertekên xwe nîşan dan. Bavê Rojîn Kabaîş Nîzamettîn Kabaîş, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê, rêxistinên Wanê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê û gelek jin beşdarî meşê bûn.
Girseyê gelek caran li dijî rêveberiya zanîngehê, ku di mirina biguman a Rojîn Kabaîş de bi xemsariyê hatibû tawanbarkirin, dirûşmeyên mîna “Rektor, îstifa bike” berz kirin. Di tevahiya meşê de welatiyên di otomobîlên xwe de ji bo piştgiriyê qorneyên xwe lêdixistin. Jinan bi çirayên telefonên xwe, fîkandin û dirûşmeyan ber bi Qada Bajêr ve meşiyan.
‘Jin di hedefa polîtîkayên dewletê de ne’
Li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) Şukran Şen axivî û da zanîn ku mirina Rojîn nîşaneya şerê taybet ê li Kurdistanê tê meşandin e. Şukran Şen got: “Mirina Rojîn ne tenê binpêkirina mafê jiyanê yê jineke ciwan e, di heman demê de beşek ji hişmendiya dewletê ya jiyana jinan hedef digire, siyaseta bêcezatiyê dimeşîne û ji bo tunekirina bîra civakî stratejiyan difîrine ye. Ji bilî van polîtîkayên ku mafê jiyanê yê jinan li Kurdistanê hedef digirin, rêxistinkirina çeteyên tiryak û fihûşê li herêmê tê rêxistinkirin û tundiya mêran bi awayekî sîstematîk tê teşwîqkirin. Ev wêne aliyê zayendî yê vî şerê taybet hîn bêtir nîşan dide. Jin ne tenê hedefên rasterast ên sûcdarên takekesî ne, lê di heman demê de hedefên polîtîkayên dewletê ne ku vê pergalê xurt dikin, diparêzin û didomînin.”
Bav Kabaîş: Em ê li edaletê bigerin
Bav Nîzamettîn Kabaîş, diyar kir ku keça wî ji ber îhmalkariyê miriye û got: “Ger piştî saet 11:00ê sibê nav bihatana xwendin, Rojîn niha di nav me de bûya. Heta hevalên wê yên odeyê jî bi me re napeyivin. Keça min wek mêvan li vir bû. Em vê dawiyê çûn zanîngehê. Ez li wir rastî xwendekarên zanîngehê hatim. Lê wan ji min re gotin ku ew nikarin biaxivin an na ew ê ji zanîngehê werin derxistin. Ne xebatkarên ewlehiyê, ne xebatkarên wargehê, ne jî hevalên Rojîn napeyivin. Em nikarin bersiva pirsa ‘Çima? Çi qewimî? Çi bi serê Rojîn hat?’ derxînin holê. Şopa kujeran heye, lê kes nehatiye girtin. Em gelek caran çûn baroyên Wan û Amed û dozgeriyê. Dozgerê yekem tiştek nekir. Wî li dû xwekuştinê çû, ne li dû delîlên cidî. Doz pir hêdî tê meşandin, Rojîn 21 salî bû. Çima hûn kamerayan jê dibin? Çima we kameraya dawî kiriye reş û spî? Em gelek êş dikişînin, lê belê em ê li edaletê bigerin.”
‘Rastiya Rojîn saleke nehatiye aşkerekirin’
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli jî diyar kir ku her çend hewl tê dayîn ku kuştina Rojîn di tariyê de were hiştin jî, lêgerîna edaletê berdewam dike û wiha axivî: “Tam salek berê, Rojîn ji zanîngeha xwe ber bi qeraxa Gola Wanê ve diçû û careke din venegeriya. Piştre cenazeyê wê hat dîtin. Hem siyasetmedar û hem jî komeleyên jinan dipirsin, ‘Çi bi serê Rojîn hat?’ Rastiya Rojîn salek e nehatiye eşkerekirin. Em hemû li vî welatî ji bo edaletê qîr dikin; hikûmet û wezaret kê diparêzin? Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî axaftinan daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
Amed
Li Amedê bi pêşengiya TJAyê ji bo Rojîn Kabaîl meşeke girseyî hat lidraxistin. DEM Partî, Serokê berê yê Baroya Amedê Nahît Eren, Parlamenterê Amedê yê CHPê Sezgîn Tanrikulu, ÎHD, Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, malbata Narîn Guran û gelek kes tevlî meşê bûn.
Girseya ku Qada Şêx Seîd kom bû heta mizgefta mezin meşiyan. Di meşê de parkarta “Ji bo Rojîn edalet” vekirin û dovîzên “ Rojîn li vê derê bûya” hilgirtin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Destê dirêjên Rojîn bûn bila bişkên”, “Rojîn Kabaîş raperîna me ye”, “Ji bo Rojîn edalet”,”Biji berxwedana jinan”, “Em hemû Rojîn in”, “Kujera neparêze, bidarizînin” hatin berzkirin.
Salek bi ser kuştina Rojîn re derbas bû
Piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Seroka Komaleya Rosayê Suzan Bîlen bal kişand li ser qetilkirina Rojîn Kabaîş û wiha got: “Îro li ser qetilkirina Rojîn Kabaîş salek derbas bû. Jineke ciwan bi nêzîkatiya hişmendiya zilaman hate kuştin. Îro Rojîn li vê derê nîne lê em bi malbata wê re ji bo hesabê qetilkirina wê bipirsin li vê derê ne.”
‘Çima saleke lêpirsîn hatiye sînordarkirin?’
Pîştî axaftina Suzan Bîlen xwişka Rojîn Kabaîş, Elîf Kabaîş daxwaza zelalkirina kuştina xwişka xwe kir û wiha got: “17 saet piştî windabûna Rojîn çima agahî gihîşte malbatê? Çima saleke lêpirsîn bûyerê sînordar kirin û hîn jî ev ranekirine?”
Parêzvana Îrem Îlhan derbarê dosyaya Rojîn Kabaîş de agahî da û got: “Di raporê ATKê de DNAyê 2 zilaman hate tespîtkirin lê ji ku dera bedena Rojîn hatiye hildan nehate diyarkirin. Di pêvajoya lêgerîna Rojîn de mobese nehatin temaşekirin, delîlên dîjîtal nehatin berhevkiri. Ev jî îxmalkariyek e.”
‘Bila kujerên keça min bên darizandin’
Piştî parêzer dayika Rojîn Kabaîş Aygul Kabaîş axivî û ev tişt nî ziman: “Keça min xwe nekuştiye. Bi kêfxweşiyeke mezin çû zanîngehê. Ez dixwazim kujerên keça min bên tespîtkirin û darizandin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî qediya.