Li paytexta Awusturya Viyanayê Yekitiya Hêza Demokratîk, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Şoreşger êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya li Îzmîrê, qetilkirina Denîz Poyraz û êrîşên dewleta tirk protesto kirin.
Kurdistanî û antîfaşîstên awusturyayî li Viyanayê ji bo Denîz Poyraz û êrîşên dagirkeriyê daketin qadan.
Çalakiya ku li Crîstîan-Broda Platzê hate kirin, antîfaşîstên awusturyayî û Eniya Gel jî tev li bûn.
Di axaftinên ku hatin kirin de Poyraz hate bibîranîn û peyama ‘Ne êrîşên dagirkeriyê û ne jî cînayet nikare me rawestînin’ hatin dayîn.
Li ser navê ciwanan jî axaftin hate kirin ku wê ciwan hesabê vê ji AKP-MHP’ê hilde.
Piştî daxuyanî û axaftinên hatin kirin bi hildana alên HDP, YPG û YPJ’ê û posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.
Meş bi dirûşmeyan heta Mûseûmqatîerê dom kir.