27 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Vîetnamê 3 kes mirin, bi hezaran kes bêmal man

Li Vîetnamê ji ber Bagera Kajiki herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan, 13 kes birîndar bûn.

Bager roja duşemê gihişte bejahiyê. Bi bayên di saetê de digihije 130 kîlometreyê, banên bi hezaran malan hilweşiyan û bû sedem ku zêdeyî 1,6 milyon kes bêelektrîk bimînin. Rayedaran ragihand ku herî kêm 3 kes mirin û 13 kes birîndar bûn.

Rayedaran piştî baranên tund li dijî xeteriya lehiyê û hezazê, li 8 eyaletan hişyarî da. Li bajarê Vinh ê li navenda welat, dar hilweşiyan û banên gelek malan jêvebûn. Pêwendiya bi 27 gundên li herêmên çiyayî re, qut bû. Bi nêzbûna bagerê re zêdeyî 44 hezar kes hatin tehliyekirin. Li paytext Hanoiyê ji ber baranên tund kolan di bin avê de man û li bajêr kaos çêbû.

Piştî bager li Vîetnamê çêbû, Kajiki veguherî depresyona tropikal û li bakur Laos jî bi baranên tund bandor kir. Xeta trenê ya bi lez a Laos-Çîn bi demkî hat rawestandin, hin rê hatin girtin lê tu windahiya can çênebû.

Li gorî Wezareta Çandiniyê ya Vîetnamê, di 7 mehên ewilî yên sala 2025an de ji ber afetên xwezayî yên li welat, zêdeyî 100 kes jiyana xwe ji dest dan yan jî winda bûn.