12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Vîetnamê 143 kes mirin

Li Vîetnamê piştî rabûna bagera Yagî li gundekî li bakurê welêt ji nişka ve lehî rabû û hezazê rû da. Herî kêm 143 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rojnameya Toui Tre ragihand ku hezaz li herêmeke çiyayî rû da ku wezîfedarên rizgarkirinê bi zehmetî xwe digihînin herêmê. Şefê partiyê yê herêmê Hoang Quoc Bao der barî mijarê de agahî dan û got: “Rayedar ji bo karibin mirovên sax mane rizgar bikin hemû hêza xwe seferber kirine ku xwe nêzî herêma hezazê bikin.”

Li gorî şêniyên herêmê, piştî Bagera Yagî lehiyeke mezin rû da ku bi dehan sal in bûyereke bi vî rengî neqewimî û di encamê de bi deh hezaran kes hatin veguhestin. Li gorî bîlançoya nû, herî kêm 143 kes mirin, 58 kes jî winda ne.