Ez di van salên dawî de li ser sînorên hemû dewletên ku penaber dikin pir û baze ber bi çûna Ewropayê geriyam. Ew dewletên yewnan, Bosna Hersek, Sirbistan, Macaristan, Polonya, Hirvatistan û Belarûs in. Ew dewlete ji hêla dewletên yekbuyî yên Ewropayê ve weke heremên tampon têne bikaranîn û li ser gelek qanûnan li hevkirine ku şertên herî giran bo penaberan avabikin û bikin asteng da pêşî li çûna penaberan ji bo Ewropayê bigirin. Ew dewletên vê tamponê pêktînin jî wan qanûnan weke mertalekî bi kar tînin û ji bo penaberan di bin sedem ku çîrokên tirajediyên dijwar.
Bêguman ji hemû gelên Rojhilata Navîn û pêş Asyayê hene ku dibin lehengên wan çîrok û tirajediyên dijwar.çîrokên bi êş û jan bêşûndews û bênasname li ser sînoran berz dibin û di çin. Lê qet ne di xema wan leşkerên li ser sînoran e ku her penaberek bi barên êşan ve ketiye rê û hatiye wan sînoran. Bêhîs û bêhest li hemberî wan disekinin û berê wan didin mirinê. Li ser sînorên biyanî, di nava rêhil û daristanên bitirsê barkêrî de zilmê dîtin. Zilma veşartî jî bêsînor e. Zilma di bin perdeyan de di çal û kortan de ji hemû zilman dijwartir e. Bêguman ji bo hemû gelên ku penaber dibin ew zilm giran e. Lê ji bo kurdan hê girantir û dijwartir e.
Di van sînoran de kurd, bêxwedî û bêxwedan e, bira. Di sala 2021’an de min ev peyv ji ciwanekî kurd ê soran guhdar kiribû ku di nava daristanên Belerûsê de di nava betenyekê de li ber agirekî ku bi zorê di teyîsî de pêçayî, nexweş û li benda mirinê bû guhdar kir. Piştî wê peyvê bi du rojan bi keda hin rojnemegerên jîr mirina ciwanê kurd bû nûçe û piştî çend roja cendekê wî bo başûrê Kurdistanê bi rê ket. Bes li ser darbesta wî lawikî welatiyê Iraqê hate nivîsîn. Ew lawik di mirina xwe de jî weke walatê xwe bû. Bênav û bênasname. Tu şopên kurd û Kurdistanê li ser darbesta wî nebûn. Ew tenê walatiyê Iraqê bû. Li wan sînorên biyanî kurd û Kurdistan dîsa çar parçebû bira. Çimku bi çar nasnameyên biyanî digeriya û taqeta wî nebû ku xwe bi nasnameya xwe bide te naskirin. Loma leşkerên li ser wan sînoran di got; “No Kurdistan(Kurdistan tuneye).” Digotin; ‘bibêje tu kurdê kîjan dewletê yî? Ew peyv di bu bisteka sor û di qirika penaberên kurd re dima.
Yekî digot ango kurd li ser sînoran jî bûne çar parçe ne wiloo. Keça ku min nedizanî ji kîjan alî û parçeyê Kurdistanê bû wiha bersiv da: “Xalo tu çi di pirsî, tu li benda çi yî? Ma ne ew in yên ku ew leşker li ser van sînoran wezîfedar kirine, ew in yên ku kurd û Kurdistan kirine çar parçe. Ma di xema wan de ye ka li kîjan dewleta em bi nasnama wê têne naskirin çend cezayê girtîgehê li te birî ye.”
Wê rojê tu kes ji wan penaberan ne li bendê bû ku dê ew leşkerên li ser wan herêmên tampon li ser navên wan dewletên ku kurd û Kurdistanê kirine çar parçe weke teyrên ecelê disekinin, dê kurd û Kurdistanê qebûl bikin. Bes hemû penaberan gotin; ‘em hemû dê bêjin em kurd in em kurdistanî ne’ û wisa jî kirin. Bi wê nasnameyê cendekên zarokên kurd di daristan û çemên sînorên biyanî de kom kirin.
Li van sînoran kurd bêxwedî ne bira