Rûsyayê di van ropjên dawî de êrîşên xwe yên li ser paytexta Ukraynayê dijwartir kirine û bi fûze, topan û bobebaranê êrîşî Kiyêvê dike.
Li gorî agahiyên medyaya Ukraynayê îro serê sibehê dîsa dengê zingilên hişyariya talûkeyê li Kiyêvê bilind bûn. Her wiha ji bilî Kiyêvê li Kremenchug, Poltava, Sumy û Kirovograd jî di bin bombebaranê de ne. Li 5 herêmên Ukraynayê rewşa awarte hatiye rahgihandin û zêdetirî 300 cihên niştecihbûnê hîn bê ceyran in.
Ji aliyekî din ve Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov nerazîbûna xwe ji piştgiriya DYA û NATO’yê anî ziman ku ketina nakokiyên rasterast ligel Amerîka û NATO’yê ne di berjewendiya Moskovayê de yeû wiha got: “Lê Rûsya jî dê bê bersiv nemîne, helbet dê bersivê bide destwerdana zêde ya welatên Rojava.”
Ev êrîşên dijwar ên Rûsyayê li ser Kiyêv û bajarên din ên Ukraynayê ji alî welatên Rojava ve rastî bertekên tund hat.
Hêjayî gotinê ye ku li gorî saziyên Tenduristiyê yên Ukraynayê di encama van êrîşên dawî ên Rûsyayê de 11 kes hatibûn kuştin 64 kesên din jî birîndar bûbûn.