Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê ji bo Karûbarên Ewropa û Avrasyayê Joshua Huck û Şêwirmendê Bilind ê ji bo Ewropayê li Wezareta Derve Wyatt Tolke serdana Erîvan û Bakuyê kirin. Li paytextên her du welatên Qafqasyayê, wekîlên Amerîkî, bi rayedarên payebilind re nîqaş domandin. Li ser mijarên têkiliyên dualî û pirsgirêkên ewlehiya herêmî rawestiyan. Perspektîfên îmzekirina peymaneke aştiyê ya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de nirxandin.
Li gorî hemû nîşaneyan, ev serdana rayedarên payebilind ên Amerîkî bêtir xwedî taybetmendiyeke perwerdehî û keşfê bû. Ji ber ku ew ji destpêka rêveberiya Donald Trump ve yekem car bû. Lê, pisporên Ermenî û Azerbaycanî wê bi “derfetên cidî ji bo avakirina siyaseteke li hember Azerbaycan û Ermenistanê ji hêla rêveberiya Trump” ve girê didin. Yek ji pisporên pirsgirêkên herêmê, Balyozê berê yê Amerîkayê yê li Azerbaycanê û hevserokê berê yê Koma Minskê Matthew Bryza bawer dike ku “Siyaseteke Trump li ser Başûrê Qefqasyayê tune ye. Ew qet bala xwe nade wê.” Lê, li gorî wî, “eger Trump bikaribe têkiliyên xwe bi Moskowê re baştir bike, hingê Washington dikare siyaseta xwe ya berê li herêmê biguherîne.”
Niha, Trump “Li ser xurtkirina desthilatdariya xwe ya li Washingtonê disekine û aştiyê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de dide pêşiyê.” Ev nîşanek e ku Amerîka amadekariyên pêkanîna “dîplomasiya pakêtê” li qada piştî-Sovyetê dike. Bi awayekî tesadufî, ev helwest ji hêla hin pisporên Rûsî ve jî tê parvekirin.
Di heman demê de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bêguman, ji ber nêzikatiya wan a bi herêma Deryaya Reş, Xezer û Rojhilata Navîn re; dê girîngiyeke taybet bide pêşxistina hevkariya dualî ya bi wan re. Li vir behsa faktora enerjiyê, korîdorên veguhastinê yên ku berjewendiyên Rojava li ber çavan digirin, tê kirin. Nemaze di çarçoveya destpêşxeriya(faktora) Çînî ya “Yek Kember, Yek Rê” ku Washington wekî projeyek reqabetê li Avrasyayê dibîne.
Niha bûyerên cidî di vî alî de diqewimin. Bi vî awayî, piştî duyemîn civîna sêalî ya serokên Azerbaycan, Pakistan û Tirkiyeyê li Laçînê; hat ragihandin ku hevpeymaneke herêmî ya nû derdikeve holê. Amade ye ku mîmariyeke ewlehiyê ava bike ku Qerabax, Keşmîr û Qibrisa Bakur jî di nav de ne û derketina holê ya stratejiyeke hevpar û rêyeke lihevkirî di mîmariyeke herêmî ya nû de nîşan dide.
Ne tenê ew. Hindistanî bi awayekî çalak ji bo korîdoreke veguhestin û ragihandinê ya cîhanî li ser xeta Hindistan-Îran-Ermenistan-Gurcistan-Deryaya Reş lobiyê dikin. Berovajî projeya Pekînê ya mîna Çîn-Pakistan-Îran-Azerbaycan-Gurcistan-Deryaya Reş. Tam bi armanca kêmkirina qezenca rêya lojîstîkê ya Çînê ku navenda wê li Gwadara Pakistanê ye, Delhiya Nû ji Îranê bendera Çabaharê kirî û bi bernameyeke veberhênanê ya bi deh milyar dolaran navendeke lojîstîkê ya cîhanî li dora wê ava dike.
Ji ber vê yekê, xuyabûna nûnerên dîplomatîk ên Amerîkî li Transqefqasyayê motîvekirî û têgihîştî ye. Refleksên nû yên siyasî, dîplomatîk û leşkerî li Transqefqasyayê têne nîşandan. Ya herî giring jî herêmê tê gav bi gav dixin nav “lîstika mezin”.