23 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Li Tişrînê hewldana pêşveçûnê ya tankan tê şikandin

Li xeta Tişrînê di navbera hêzên HSD-YPJ û çeteyên HTŞ û dewleta tirk de şerekî giran diqewime. Çete hewl didin bi tankan bi pêş ve biçin, şervanên HSD û YPJê bersiva tund didin.

Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran dibin. Çeteyên HTŞê û dewleta tirk û Şamê ku êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh kirine, bi giranî êrişî dibin ser Tişrînê ku li başûrê bajarê Kobanê yê Kantona Firatê ye.

Li Tişrînê ku bi tank, top û çekên giran tê bombekirin, liv û tevgera droneyên bombebarkirî yên çeteyên dewleta tirk û Şamê dewam dike.

Li gorî agahiyan, li Girê Suryatel ê li herêmê di navbera şervanên HSD-YPJê û çeteyan de şerekî giran diqewime.

Çeteyên Şamê û Enqereyê hewl didin li Girê Suryantelê bi tankan bi pêş ve biçin. Şervanên HSD û YPJê bi tundî bersivê didin hewldanê.