12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Tirkiyeyê şaristaniya rovî heye

Li aliyekî şaristaniya şêr heye; li aliyê din şaristaniya rovî!... Şaristaniya şêr, wekhevî,  ahlak  û vijdanî ye; şaristaniya rovî, tecrîd, talan, dizî, tesettur, komen yecuş û mecuş ên  ku ji bo berjewendiyên “habîs” talan û kuştinê dikin e    

Yek ji stunên bingehîn ê Al-î Osmanî, dewşîrmeyên yenîçerî bûn. Yenîçerî, zarokên ku di êrîşên talan û wêrankirina li Balkanan  dihatin revandin in. Goriya yenîçerî,  ji du gornan pêk tê. “Yenî” nû ye, “çerî” xulam-çaker e… Di zimanê osmanî de jî,  du wateyên wê hene… Yek, evd’ên devê derî, du, mirovên esker.  Hêza wan jî şûr e!.. Şûr tê wateya kuştin û tunekirinê. Gelê Sûryanî jî,  qirkirina sala 1915’an,  bi gotina “Seyfo” tînine ziman, Seyfo, şur e!…

Ulemayên Osmanî jî, bi hêza şûr li ser mîmberên mizgeftan propagendeya kuştina mirovaniyê dikirin.   Machiavelllî jî, Hîtler, Musollînî, Sukarno û dostê Erdogan OAbmer El Beşir  jî ev fikir diparastin.

Erdogan jî vî fikrî diparêze. Midurê Diyaneta tirk jî, bi şûrê tazî li ser mîmera Mizgefta  Ayasofya (!), ayeta “fetîh”, di çarçoveya qanunên Sultan Suleyman de dixwîne. Kanunên Sultan Suleyman jî, dagirkerî û qirkirina gelan wek maf dibîne.

Di ser serdema Sultan Suleyman re gelek dem derbasbûne;  zanista herî kevin a beşer, Dîrok dipirse; gelo çima ked û mafê mirovan  û çarenûsa gelan bûye nexşeya xwînê? Mixabin mirovanî nikare bersiva pirsên dîrokê bide.

Lê gelê kurd, bersiva pirsên dîrokê dide û dibêje; madem Peymana Cinev, hesabê kiryarên li dijî kesayetan dipirse; madem Peymana Lahey jî hesabê kiryarên li dijî civakan dipirse û her du suc jî li Kurditanê têne kirin, gelo çima  hesab nayê pirsîn? Ev her du sazî çima  erka xwe nayînin cih? Mirovanî li kû ye?

Mîratzadeyên dewşîrme yên  Al-î Osmanî, ne  ronahiya rojê bi tenê, ronahiya findekê jî layiqî gelê kurd nabînin.  Gelê kurd jî di riya rojê de, dixwaze xwe bigihîne ronahiya rojê û baş dizane, azadî ji aliyê kesên din ve nayê dayin. Ew bi xwe ketiye ser riya azadiyê û mafê jiyanê dixwaze û diparêze.

Îdeolajiya ku gelê kurd weke referans qebûl kiriye jî, li ser bingeha mîrateya hezar salan hatiye avakirin û zimanê diyalektîka serdemê  zevt kiriye û berdevkiya gelan, jinan û çînan dike.

Di nava du çendikan de dibêjim; Kampanya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî”,  li 74 bajarên cûda yên çar aliyên cîhanê, hate ragihandin, mînak e û dîrokî ye.

Wateyeke din jî ew e ku, kurd li çar aliyên cîhanê bi rêxistinî bûne, paradigmeya Ocalan jî cîhanî bûye. Dîse jî, divê doza kurd nebê têkoşîna li diaspora. Dîroka kurdan li cografya Kurdistanê ye, dive em cografya Kurdistanê ji canawarê ku xwe bi xwînê xwedî dike rizgar bikin.

Rastî, her dem bi aqil û hişmendiya mirovan mezin bûye. Divê intelîjansiya kurd, îdeolojiya ku ji gelê kurd re bûye referans mezin bike. Tixubê îdeolojiya ku Birêz Ocalan daniye hole nînin. Eger tixub nebe dikare were mezin kirin, fereh kirin. Ev mezin kirin û fereh kirin, di aliyê baskên çandî de dikarin werin bi hêzkirin.

Mînak;  nîgarkeşiya di reng û temtêla Guarnîca de!…

Mînak; musizyaniya di reng û temtêla Wiktor Jara Martînez de

Mînak: hozantiya di reng û temtêla helbestvaniya klasîk, nivîskariya li ser bingeha rastiya kurd,  dikarin vê teoriya ku tixuban nasnake kûr û fereh û rengîn bikin.

Mîratzadeyên devşîrme, wek serdema avakirina komarê, dixwazin  vê bîrdozê di tixubê  tunekirine de dîl bigire û bi her kesî bide jibîrkirin.  Bi komên çete,  wek yenîçeriyên ku esnaf û bazar kiribûne cihê rantê,   artêşa di tîpêlojiya lejyonerên Roma, an jî  weke çeteyên “ÇIL HARAMI”yên li dora Mêrdînê,  êrîşî hêvî û xeyelên komên xelkê dikin.

Herçiqasî cîhan biçûk bûbe jî, dive doza kurd nebê têkoşîna li diaspora bi tenê. Dîroka Kurdistanê li cografya Kurdistanê ava bûye… Cografya Kurdistanê jî qamuşka civakê ye…  Em jibîrnekin, dar jî ji  qamuşka xwe ve kar dide.

Xaka Kurdistanê, navenda civakbûn, tore, çandinî, sewalkarî, zenaatkarî û bingeha kultur û şaristaniyê ye. Herçiqasî, ev bingeha hebûna mirovahiyê, bi nexşeyên siyasî kirine gola xwînê jî, dive em têkoşîna piralî, di aliyê kulturî, siyasî, civakî û eskerî de mezin bikin.

Desthilatdariya ceberrûd ya AKP/MHP’ê, ola îslamî kiriye maskeya êrîşên faşîzan. Di şerê navbera Îsraîl û Filîstînê de jî vê maskeyê bikar tine. Em ji bîr nakin, yên ku di navbera Hammas û Îsraîlê de navbeynkarî kir jî Tirkiyê bû. Di dema  hevdîtin dihatin kirin de, hêzên Îsraîl êrîşî Gazzayê kirin. Hingî jî, Erdogan wek serokwezîrê Tirkiyeyê, qîr dan û alîkariya “mawî marmara” kire rojevê, (Gulan 1910) lê hêzên îsraîl derseke baş danê wan.

Eger desthilatdariya AKP/MHP di piştgiriya gelê Filîstînê de durust e, bila konsolosxaneya Israîlê bigire. Eger nikaribe vê bike, bila petrol ji Azerbeycanê diherika Bendava Ceyhanê û bi tankêrna diçe Israîl bide rawestandin. Petrola ji Ceyhanê diçe Israaîl, dibe benzîn û  balafirên ku vê benzene bikar tînin, gelê Fîstînê bombarduman dikin.

Erdogan serdemek organik ava kiriye û dixwaze raya giştî ya cîhanê bixapîne. Lê otorîteya şûr û derewan abad nabe.

Erdogan, siyaset rovî  dike

Îslamiyeta ku Mecusî jî, Suryanî jî parastine, di destê Erdogan de bûye şûrê tazî û dixwaze, her du cîhanan himbêz bike. Muxatabê xwe jî cîhana  Ewropa dibîne û cîhana îslamî jî, ji 1/3,  tune kiriye. (Min tenê xaka Kurdistanê hesab kir) Min got, Erdogan, siyaset rovî  dike, rast e!…

Siyaseta rovî, ji aliyê “şaristaniya medya tîpî’sî” ve tê destekkirin.  Ragihandina “tîpî’sî” gotina feylefosê Ingilîstanî John Keane ye. Ev gotin li bejna medya qesrê tê.  Erdogan dema civînên çapemeniyê çêdike, li  qesrê yan jî di balafiran de, rojnamevanên algîrên wî li rêza pêşî  rûdinin, yan jî li pey rêz dibin,  yên nîv muxalif li paş in, yê tam muxalif jî  yan gîrtî ne, yan jî reviyan e.

Ev jî “şaristaniya medya” Erdogan e

Bi gotinek din; li aliyekî şaristaniya şêr heye; li aliyê din şaristaniya rovî!… Şaristaniya şêr, wekhevî,  ahlak  û vijdanî ye; şaristaniya rovî, tecrîd, talan, dizî, tesettur, komen yecuş û mecuş ên  ku ji bo berjewendiyên “habîs” talan û kuştinê dikin e.