Li navçeya Tetwan a Bedlîsê bi mezinahiya 4.5 pileyî erdhejekê rû da.
Hate ragihandin ku erdhej saet di 14:50’î de bi 7 kîlometreyan li kûrahiya erdê rû da.
Daxuyaniya AFAD’Ê
Di daxuyaniya AFADê ya piştî erdhejê de wiha hate gotin, “Piştî erdheja bi lerza 4,5’an a ku di saet 14.50’î de li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê pêk hat, heta niha rewşeke neyînî tuneye.”