Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan daxuyanî da medyaya Îranê. Pezeşkiyan bal kişand ser hişkesaliya li welêt û kêmbûna çavkaniyên avê û diyar kir ku ji bo bikaranîna av û enerjiyê êdî divê teserûf were kirin. Pezeşkiyan ev tişt got, “Îran niha rû bi rûyê krîzên xwezayî yên mîna baranên kêm û tunebûna çavkaniyên avê ye. Eger di demê pêş de baran nebarin, ji meha bê û şûnde em ê neçar bimînin ku li Tehranê teserûfa avê bikin. Eger ji vir û şûnde jî baran nebare, av wê bi temamî tune bibe û em ê neçar bimînin ku Tehranê vale bikin.”
Pêdiviya avê ya Tehranê ji bendavên Emir Kebir, Lar, Mamlu, Talikan û Latyan tê pêşwazîkirin. Lê belê li gorî daneyên Saziya Meteorolojiyê ya Îranê, îsal rêjeya baranê ya li Tehranê di bin sedî 40î de ye.
