11 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Tebqayê ji bo Ocalan meş hat lidarxistin

Li Tebqayê di çarçoveya kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de meşek girseyî hat lidarxistin.

Li Kolanên bajarê Tebqayê girseya şêniyan bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Di meşê de şêx, rûspiyên eşîdaran, oldar, nûnerên partiyên siyasî, Rêxistina Civaka Demokratîk, girseya xelkê Tebqa, Şehba û Efrînê amde bûn. Girseyê pankarta “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bingeha aştî û demokrasiyê ye” rakir.

Ev meş di çarçoveya kampanyaya Foruma Azadî û Aştî ya Ewropayê ya bi navê “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de, ku di 5ê hezîrana 2025an hat destpêkirin de hat lidarxistin. Di kampanyayê de akademisyen, hunermend, siyasetmedar, rojnameger, parêzvanên mafên mirovan û çalakgerên ji tevahî cîhanê beşdar bûn.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên “Azadiya Rêber Apo misogeriya aştî û demokrasiyê ye” hatin hildan. Şênî ji pêş navenda demkî ya bicihbûna koçberên Efrîn û Şehbayê ya li Bajarê Werzîşê meşiya û ber bi avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ve çûn.

Li pêş meclisê, beşdar sekinîn. Li wir endamê rêveber ê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Sûad Oso axivî û got: “Banga Rêbertî ya dîrokî ya di 27ê sibata 2025an de hatiye kirin vîna durist a rawestandina tundiyê, rizgariya ji qeydên aloziyê, xêzkirina xuyangên civaka demokratîk ji bo hemûyan, nîşan da.”

Sûad diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îsbat kir ku aştî ne xeyal ne jî diruşmeyek e, lê dema xwe bispêre fikreke resen û vîna nayê şikandin rastiyeke pêkan e.

Sûad anî ziman ku: “Bi navê xelkê kantona Tebqayê em diyar dikin ku baweriya me bi vê banga dîrokî kûr e û dibînin ew bang ji bo rawestandina şerê ku gelên herêmê westandiye firseteke rastîn e û ji bo avakirina civakeke demokratîk ku maf û azadiya tevan misoger bibe şansek e.”

Di dewama axaftina xwe de Sûad da zanîn ku berdewamkirina paşguhkirina înîsiyatîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla Dewleta Tirk ve li pêş rêveçûna aştiyê astengiyek e û li ser siberoja herêmê xeteriyek e.

Sûad di dawiyê de got: “Em bi fikra Rêbertî re ya ku îro temsîla pûsileya çareseriya demokratîk dike girêdayî ne. Em bang li civata navneteweyî dikin ku bi berpirsiyariyên xwe rabe, ji bo bidawîkirina tecrîdê bixebite û Rêber Abdullah Ocalan berde û rê li pêş Rojhilata Navîn veke ku aştî, azadî û rûmet misoger bibe.”

Di dawiyê de diruşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.