7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sûriyeyê Kuştinên li ser nasnameyê

Piştî rûxandina rejîma Şamê û desteserkeirina komên çekdar ya bi serkêşiya çekdarên Ehrar El Şam gelek binpêkirinên mafê mirovan û kuştinên li ser bingeha etnîkî, nasname û olî dest pê kirin

Gelek malperên medya dijîtal van rojên dawî dîmenên bi êş ên kuştin û darvekirinên li ser nasnameyan belav kirin. Ev kuştin û darvekirin piştî rûxandina rejîma Esed û desthilatiya komên çekdar derketin holê. Komên çekdar bi mehneyên ku ew kafirin, nusranî ne an jî alîgirên rejîma Esed bûn niştecihan li meydanên bajaran û bi rengekî aşkera dikujin. Ev kuştin û sûcên şer li ser bingehên etnîkî, olî, an siyasî tên kirin.

Ajansa North Press kuştina 27 sivîlan li tax û gundên bajarê Humsê, destnîşan kir ku piraniya wan ji mezheba “Elewî” bûn. Ev kuştin  bi hestên tolhildanê, di nava kaosa ewlehiyê de li wan deveran, di sê rojên borî de pêk hatin.

Dîmenên ku belav bûne nîşan didin ku çekdaran zilamekî ji mezheba elewî îdam dikin û laşê wî li navenda Idlibê perçe dikin.

Vîdyoyek din jî li ser medyaya dijîtal hat belavkirin ku têde çekdarekî ji Dezgeha Operasyonên Leşkerî ku di nav xwe de van rêxistinan dihewîne : (Heyet Tahrîr El-Şam, Tevgera Ehrar El-Şam, Eniya Rizgariya Netewî û komên partiya Turkmenistanî ) du xortan li gundê El-Rebîa yê gundewarê Hemayê bi hinceta ku “kafir in” îdam kirin.

Li Humsê, dîmen nîşan didin ku çekdar di nav girseyekê de destdirêjiyê li kesekî dikin bi behaneya ku ew “şebîh” e, yanî dilsozê rejîma Beşar Esed e.

Di wan dîmenan de hat dîtin ku stûyê kesekî bi ben girêdane, wî di kolanan re dikişînin û piştî ku wî dikujin keviran davêjn wî.

North Press her weha li bajarê Mihardê, li bakurê Hemayê, ku bi giranî xiristiyan in, tevgera bajêr şopand û li wir bêdengiyeke wiha heye ku tu kesek li kolnan tune ye û her kes di nava metirsiyeke mezin de dijî.

Her wiha li gorî agahiyên saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê SOHR Çekdarên nenas kesekî bi gulebarana rasterast li bajarê Helebê îdam kirin.

Di heman demê de, li Baniyasê, termê welatiyekî  li nêzîkî çemê El-Sinn li gundewarê Tartusê hatibû avêtin. Lê der barê sedema kuştinê de tu agahî nehatin dayîn.

Di bûyereke bi heman rengî de, çekdarên nenas ciwanek ji gundê El-Tewim li gundewarê Hemayê kuştin. Têkildarî sedema sûc ti agahî nehatin dayîn.

Ji aliyekî din ve, revandina du welatiyên sivîl bo cihekî nediyar ji aliyê çekdarên nenas ve li gundê Was Şemra yê gundewarê Laziqiyê,  ku paşê hatin darvekirin û termê wan avêtin herêma Raid El erebî  îdamkirina wan û avêtina termên wan li herêma Raîd el-Erebî rû da.