Di encama têkoşîna gelê kurd û gelên li Sûriyeyê pergala BAASê ya 61 salî hilweşiya. Serokê hikûmeta Şamê Beşar Esad reviya û çû Moskowayê. Dewrek hat girtin. Hukmê pergala yekperest a BAASê êdî nema. Pergala BAASê di yekperestiyê de israr kir û bi vî awayî dawiya xwe anî. Li Sûriyeyê dewrek hat girtin û dewreke nû vedibe. Ev hilweşîn di heman demê de hilweşîna hişmendî û siyaseta netewe-dewletê ya yekperest e jî. Ev hilweşîn bi ketina Beşar Esad dest pê nekir. Beriya Esad li Iraqê Sedam Huseyn ketibû. Heke Esad ji ketina Sedam ders biderxistana belkî me dê îro behsa tiştinên din bikira. Lê Esad ders jê dernexistin û aqil jî negirt. Tevî ku Tevgera Azadiyê gelek caran ew hişyar jî kir, xwest guh bide gelê xwe, guherîn û veguherînên demokratîk bike jî Esad ev nekir û das li çokê xwe xist.
Li Rojhilata Navîn qesr û kelehên mêtingerî û dîktatoriyê yek bi yek hildiweşîn. Ev hilweşîn dê dewam jî bike. Pergala BAASê ya ku 61 sal bûn îpotek danîbû ser çarenivîsa gelan hilweşiya. Ev hilweşîn dê weke kevirên domînoyê dewam bike. Xelasiya dîktator û hikumdarên zordest û xweperest ji vê aqûbetê nîn e. Lê helbet ew jî ji bo ku temenê xwe dirêj bikin dê manewrayan bikin. Va em bi çavên serê xwe dibînin ku Dewleta Tirk çeteyên xwe yên bi navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) kişkişî kurdan dike, kişkişî herêmên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Şefê faşîst Erdogan di ketina Sedam de ev zêde hîs nekiribû lê bi ketina Esad hîs dike ku ketina wî, ketina wan jî nêzîk e.
Ji bo ku ketina xwe bi paş ve bixe û hilweşîna pergala BAASê ji bo xwe weke keysekê dibîne û êriş dike. Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Sûriyeyê didomîne û şer û pevçûnan gur dike. Tevî hilweşîna pergala BAASê, Dewleta Tirk êrişên xwe yên dagirkeriyê didomîne. Ev ji me re wê rastiyê nîşan dide ku Dewleta Tirk naxwaze statukoya li herêmê biguhere, li Sûriyeyê dewra Esad hatibe girtin jî li wê derê dîsa bila pergaleke monîst û despotîk hukm bike. Dewleta Tirk naxwaze ev hişmendî û siyaseta yekperest û despotîk tune bibe. Berevajî ew dixwaze ev hişmendî bi awayekî hê bi dijwartirîn berdewam bike. Sedemên vê jî hene helbet. Ji ber ku dibîne, ger ev yek bibe dê dor bê wî. Ji bo ev nebe bi hemû derfetên di destê xwe de êriş dike, dîplomasiyeke qirêj dimeşîne. Ya ku ev tirs xistiye dilê Erdogan, Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û Şoreşa Jinê ya Rojava ye. Ji ber wê jî ew dixwaze şoreşa gelan bifetisîne. Êrişan dike, bombeyan dibarîne.
Ji bo ku şefê faşîst negihije armanca xwe, erk û berpirsyariyên me jî hene. Çawa ku dema Dewleta Tirk çeteyên DAIŞê kişkişî Kobanê kirin û hingê di serî de gelê kurd, mirovahiya pêşverû li dijî vê sekinî, bû mertal, niha jî roj heman roj e. Divê dîsa bi heman rengî lê hê bi xurtî em li dijî van êrişan bisekinin. Sekinandina êrişan dê şikandina dîktatorî jî nêzîk bike. Hingê dê li Sûriyeyê di dewra nû de em ê bikaribin behsa jiyaneke nû jî bikin. Hingê em ê bikaribin bi hev re paşerojeke azad xeyal bikin û ber bi wê ve gavan biavêjin. Ev erka me hemûyan e.