9 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sûriyeyê çi diqewime?

Tirkiye bi dewletên Behra Spî re pirsgirêkan dijî. Ji berê ve Tirkiye û Yewnanistan ne li hev in. Kibrisa aliyê Rûm jî ji Tirkiyeyê aciz e. Îsraîl û Tirkiyeyê demek dirêj karên stratejîk bi hev re meşandin lê niha di gelek aliyan de li hev nakin

Berî çend rojan heyeteke dewleta tirk derbasî Şamê bû. Di nav vê heyetê de Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Musteşarê MÎTê Îbrtahîm Kalin û Wezîrê Parastinê Yaşar Guler hebûn. Heyetê bi serokê Hikûmeta Veguhêz Colanî, wezîrê karên derve û wezareta parastinê re hevdîtin kir. Her çiqas di daxuyaniyan de were gotin ku ew li ser rewşa giştî sekinîne jî, mijara sereke rewşa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û kurd bûn. H. Fîdan di daxuyaniya xwe de dîsa di ser HSDê re gef li kurdan xwarin. Îşareta destwerdana leşkerî kir. Demek dirêj e Fîdan bi zimanekî tûj gefan dixwe. Gelo sedema vê çi ye?

Fîdan di pêvajoya 2013-2015an de musteşarê MÎTê bû. Muxatabê pêvajoyê bû. Dewletê di 2014an de ji bo tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ‘plana çokdanînê’ amade kir. Lewma di 2015an de pêvajo ji ber armanca dewletê xera bû. Li vir rola MÎTê sereke bû. Wê demê jî mijara sereke rewşa Rojava bû. Fîdan, ji bo zemîna mudaxaleyê çêbike digot ‘Ez ê sê çar kesan bişînim aliyê din çend mûşekan bidim avêtin, lê ya muhîm ew e ku îradeya şer hebe.’ Di serdema ku Fîdan musteşarê MÎTê bû de hem darbeya 15 tîrmehê pêk hat hem jî li hemberî gelê kurd şerekî berfireh dest pê kir. Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî hatin dagirkirin û polîtîkaya ‘bêkurd’ meşandin. MÎTê li derveyî welat li hemberî rêveber-pêşengên kurd suîkast li dar xistin. Li aliyekî Suleyman Soylu li aliyê din Hakan Fîdan her cure amûrên şer bi kar anîn. Lê dawiya dawiyê nikaribûn tevgera azadiyê têk bibin. Dewlet mecbûr ma polîtîkaya xwe biguherîne. Polîtîkaya şer têk çû. Niha jî dixwaze bi stratejiya siysasî tasfiyeyê bixe meriyetê.

Helwesta Fîdan a li dijî vê pêvajoyê grîng e. Bêguman ew bi tena serê xwe nikare rewşê diyar bike lê bandor dike. Di destpêka pêvajoyê de Sirri Sureya Onder behsa diyalogeke xwe û Fîdan dikir û digot: “Min ji Fîdan pirs kir ku ka pêvajoyê çawa dibîne û ew li kîjan alî cih digire. Lê bi acizî li min zîvirî û got, ‘Wî zilamî li nav çavê me nihêrî û li kêleka me arteşeke 100 hezar kesî da avakirin’.” Bi kurt û kurmancî Fîdan di pêvajoya 2013-2015an de bi ser neket. Niha êşa wê dikişîne. Lewma ji xwe re kiriye armanc ku Tevgera Azadiyê têk bibe.

Dîrok pir behsa Nîzamil Mulk dike. Wezîrê sereke yê Selçûkiyan bû. Bi avakirina teşkîlata îstîxbarî navdar e. Li gorî rîwayetan keyayê Selçûkiyan Melîkşah di avakirina tora îstîxbaratê de wî hişyar dike, lê ew guhdar nake. Dawiyê bi destê wê torê Nîzamil Mulk tê kuştin. Yek ji fedaiyên Hasan Sabah dikeve nav vê teşkîlatê û wî dikuje.

Fîdan li gorî xwe tevneke nû ya îstîxbarî ava kir. Ji ber ku hosteyiya wî li ser îstîxbaratê ye, ew difikire ku bi vî awayî dikare dewletê xurt bike. Dibe ku dewlet xurt bibe lê ev nayê wateya ku her pirsgirêk çareser bibe. Fîdan ji ber ku nikarî Tevgera Azadiyê bi stratejiya xwe tasfiye bike niha zêdetir êrîşkar nêz dibe. Tehamula îstîxbaratê ji demokrasiyê re tune. Fîdan jî ne bi demokrasiyê bi çewisandinên siyasî dixwaze bi hikûmeta Suriyeyê gav bide avêtin.

Dem heyeta tirk çû Şamê hevdîtin kir, di heman kêliyan de çeteyên HTŞê êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin. Êrişên wan hatin şikandin. Tirkiyeyê xwest hakimiyeta xwe ya li ser çeteyan nîşan bide. Mixabin şikestina çeteyan jî peyamek grîng bû. Bawer dikim ku Tirkiyeyê jî fêhm kir ku bi van çeteyan nikare encamekê werbigire. Li aliyê din Suriye beyî ku zêde gengeşî derbikeve bi hêsanî girên Golanê radestî Îsraîlê kirin. Trump jî ev erê kir. Niha di nexşeya Suriyeya nû de ne Hatay heye ne jî girên Golanê. Tirkiye li beranberî Hatay girên Golanê dan Îsraîlê. Heyeta Tirkiyeyê têra xwe xurt çû Şamê. Xwest bêje ‘patronê Colanî ez im’. Lê dema axaftina Fîdan di nîvî de hate birîn, îxtîmaleke mezin heyeta tirk fêhm kiriye ku ka patronê Şamê kî ye.

Di modela nû ya pergala hegemonîk de rola hegemonyaya herêmî dane Îsraîlê. Lewma naxwazin dewleteke ku dikaribe ji Îsraîlê re astengî çêbike hebe. Bi awayekî şaxên Îranê qut kirin, bi peymanên Îbrahîmî berteka ereban jî xisitn bin kontrolê, niha dor li Tirkiyê teng bûye. Tirkiye jî li cihê ku alternatîfeke baş bi pêş bixe, bi qodên xwe yê damezrandinê tevdigere. Ev jî dest û lingên Tirkiyeyê girê dide.

Li Suriyeyê bi tirsa ku kurd bi Îsraîlê re tevbigerin stratejiyeke dijberiyê tê meşandin. Lê xeletiya wan jî ev e.  Rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan dibêje ‘heke dixwazin Îsraîlê ji dewrê derbixin, bila stratejîk nêzî kurdan bibin bes e’. Hem kurdan sûcdar dikin hem jî hebûn û mafên kurdan naxwazin. Heta di axaftinekê de ji ber polîtîkayên xelet ên Tirkiyê ji heyata dewletê re dibêje “Ez li we dinihêrim lê li pêşt perdê Îsraîlê dibînim’’. Tirkiye ji ber ku bi heqaniyet tevnagere, li gorî mezhep, ol, etnîsîte cudakariyan dike, destê Îsraîlê xurt dike.

Suriye yek ji dewletên Rojhilata Navîn e ku sînorên wê bi Behra Spî re heye. Behra Spî di bazirganî û veguhestina enerjiyê de cihek pir grîng digire. Suriye demek dirêj li gorî siyaseta rûsan tevgeriya. Beşar Esad piştî ji desthilatê ket berê xwe da Rusyayê û niha li wir dijî. NATO, Amerîka û Îsraîl ji bo carek din Suriye nekeve bin hakimiyeta hêzeke derveyî wan polîtîkayeke taybet dimeşînîn. Ji bo van hêzan a muhîm têkiliya enerjî û bazirganiyê ye. Demokrasî ne xema wan e. Çawa Efxanistan radestî Talîban kirin wisa Suriye radestî HTŞê kirin. Ji bo wan a grîng ew e ku desthilat ji wan re pirsgirêkan dernexe. Hewl didin bandora dewletên derveyî xwestekên wan tevdigerin bişikînîn. Ji ber vê jî bi Tirkiyeyê re hinek gengeşiyan dijîn.

Tirkiye bi dewletên Behra Spî re pirsgirêkan dijî. Ji berê ve Tirkiye û Yewnanistan ne li hev in. Kibrisa aliyê Rûm jî ji Tirkiyeyê aciz e. Îsraîl û Tirkiyeyê demek dirêj karên stratejîk bi hev re meşandin lê niha di gelek aliyan de li hev nakin. Ji ber helwesta Birayên Misilman Tirkiye û Misir jî zêde ne li hev in. Di dest Tirkiyê de dewletên biçûk ên wekî Lîbya, Cezayîr, Fas û Suriye dimînin. Polîtîkaya Cezayîr û Fasê jî hinek serbixwe ye, li gorî zagonên giştî yên bazirganiyê tevdigerin. Tenê du dewlet dimînin: Suriye û Lîbya. Ev her du dewlet jî niha di nav xwe de aloziyan dijîn. Tirkiye hewl dide bi ser wan re hakimiyeta xwe ya li ser Behra Spî xurt bike. Mixabin ev her du dewlet ne ewqas xurt in ku bi serê xwe tevbigerin. Lîbya jî di gelek aliyan de polîtîkaya Tirkiyeyê napejirîne. Tirkiyeya ku serokê Lîbyayê, general Hafter, wekî çete bi nav dikir, niha dixwaze pê re tifaqê bike. Xistina balafira fermandarê giştî yê Lîbyayê jî hişyariyek bû ji bo Tirkiyeyê.

Li Suriyeyê ji bo çareseriyeke mayinde wisa dixuyê ku dê gelek av biherike. Kurd heya pergaleke xweparastinê ya mayinde ava nekin nikarin parastina xwe bispêrin hêzên din. Pêşeroja Suriyeyê ne diyar e, di vê rewşê de li derveyî aqilan e ku bêjin bila kurd bi awayekî ferdî tev li dewletê bibin. Desthilateke ku di her derfetê de êrişî kurdan dike nikare kurdan qanih bike ku bi komkujiyê re rûbirû namînin. Lewma berî çareseriya leşkerî hewcedarî bi çareseriya makezagonê heye, berî ku mijara çekan were nîqaşkirin divê şert û mercên aştiyê werin misogerkirin.

Bi kurtasî li Suriyeyê şerê desthilatdariyê tê meşandin. Ji aliyekî ve Îsraîl ji bo hêzeke li hemberî wê nikaribe derkeve, dixwaze desthilatê li gorî xwe dîzayn bike. Tirkiye ji bo li Rojhilata Navîn bibe xwedî gotin hewl dide li ser Colanî bandorê bike û çareseriyeke li gorî xwe ferz bike. Amerîka rola hakemtiyê girtiye ser xwe, lê zêdetir aliyê Îsraîl digire, ji ber ku heya niha ew jê re zêdetir bi fêde xuya dike. Îran di ser elewiyan re dîsa dixwaze li wir qadeke siyasetê ji xwe re veke. Dewletên ereb ji bo Colanî dernekeve derveyî gotina wan çeka sermayeyê bi kar tînin. Di rewşeke wisa de kurd dixwazin hem mafên xwe bixin bin garantiyê hem jî bi gel û baweriyên din re pergeleke demokratîk a komunal ava bikin. Çareseriya li Suriyeyê dê ji tevahiya Rojhilata Navîn re jî bibe modelek.