Dewleta Tirk neyartî dijminatiya xwe ya li dijî Bakur û Rohjilatê Sûriyeyê bi her awayî dewam dike. Piştî şoreşa gelan, bi armanca têkbirina îradeya ku li herêmê derketiye holê têk bibe gelek êrîş pêk anîn. Di encama van êrîşan de bi awayekî korsanvarî û bi erêkirina hêzên navneteweyî di serî de Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî bi hevkariya komên çete hat dagirkirin.
Li gorî peymanên navneteweyî ji aliyê dewleta tirk dagirkerina van herêma sûc e. Lê dema mijar dibe kurd û Kurdistan ew peyman û zagonên welatên rojavayî di her kêliyê de pesnê xwe pê didin bêwate û bêbandor dimînin. Mijara krîza Sûriyeyê û nenaskirina îradeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di haman çarçoveyê de tê destgirtin. Ji bo li herêmê îradaya gelan nasnekin serî li her cûre qirkirinê didin. Di vir de jî berjewendiyên xwe di ser yên gelan re dibînin û li gorî wê nêzî meseleyê dibin.
Tevî hemû êrîş û înkaran jî gelên herêmê xwedî li şoreşa xwe derket û serî ji vê siyaseta înkarê re netewand. Li herêmê di çarçoveya siyaseta rêye sêyemîn de gelên herêmê bi derfetên herî kêm hebûna xwe parast, yekîtiya xwe xurtir kir û tevî êrîşan jî di îstikrar û refaha herêmê de isarar kir. Di van 12 salên dawî de bi pêşxistina civaka demokratîk re derket holê ku startejiya ku hatiye şopandin çendî rast û di cih de ye. Tevî hemî alozî gef û neyartiyê jî ev siyaset bi serkeftî bû.
Aliyên ku dixwestin dawî li vê pergalê bînin di syaseta xwe de xetimîn. Bi taybet dewleta tirk a dagirker û piştevanên wê dîtin ku bi dagirkerî û êrîşan ve nikarin dawî li hêviyên azadiya gelan bînin. Hikûmata Şamê jî ket wê ferqê ku bi înkar û nedîtinê ve nikare xwe ji vê krîza heyî xelas bike. Di encam de ev herdu welatên ku li ser înkara gelan hebûna xwe dane avakirin ji bo xwe li herêmê hîn xurttir bikin ketin nava hewldanên cuda.
Piştî rêzecivînên bi navbeynkariya Rûsya û Îranê cara ewil Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar û serokê MÎT’ê ya Tirkiyeyê Hakan Fidan, di kanûna 2022’yan de li Moskovê, bi hevkarên xwe yên Sûriyeyê re hevdîtin pêk anîbû. Di encama nîqaşên van civînan de jî derket holê ku derdê wan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Welatên mîna Rûsya û Amarîka jî bi van civîna peyam didan rêvebiriya heremê û dixwestin a xwe li ser wê ferz bikin. Tevî van hemû gefan jî gelên herêmê xwedî li îradeya xwe derket û ev siyaset jî bi ser neket.
Bi pêşketinên dawî re derkedikeve holê ku êdî li herêmê siyaset tê guhertin. Piştî 12 salan di navbera rêveberiya welatên ereb de bi taybetî Misir, Urdun, Erebistan û Îmaratê bi baweriya ku wê ev pêvajo xizmeta çareseriya aloziya li Sûriyeyê bike, da destpêkirin. Di encama van hevdîtinan de endamtiya Sûriyeyê ya Yekîtiya Ereban ku di sala 2011’an de bi erêkirina 18 welatên ereb, hatibû cemidandin hate rojevê û Sûriyeyê ji nû ve vegeriya Yekîtiya Ereban. Aliyên siyasî yên li herêmê vegera Sûriyeyê li Yekîtiya Ereban weke deriyê çareserkirina krîzê herêmê ji bo yekîtiya Sûriyeyê gavek erênî dibînin.
Piştî erêkirina Sûriyeyê ya Yekîtiya Erebî civîneke din ya girîng li Moskowayê pêk hat. Li gorî min ev civîn ji bo pêşeroja herêmê xwedî girîngiyek mezin e. Wêzîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çavûşoglû hempîşeyê wî Wezîrê Karên Derve ê Sûriyeyê Faysal Mîkdad bi navbeynkariya Wezîren Karên Derveyên yên Rûsya û Îranê li hev civiyan. Piştî 12 salan cara ewil di vê astê de di navbera herdu welan de civînek pêk hat. Ji gelek aliyan ve ev civîn xwedî girîngîyek mezin bû.
Dewleta tirk ku di dagirkeriya herêmê de xwedî rolek mezin e û di her kêliyê de dijminantiya gelan dike, li gorî xuya ye dewleta tirk dev ji dijminatiya kurdan bernada. Bi taybetî di mijara şerê li dijî kurdan de daxwaza hevkariyê ji rêveberiya Şamê kir. Di rojeva Wezîrê tirk Çavûşoglû de dijminatiya gelên herêmê hebû. Li beramberî vê, aliyê Sûriyeyî jî ji dewleta tirk daxwaz kir ku dawî li dagirkeriya xwe ya li herêmê bîne, hemû esker û komên çete yên girêdayî xwe ji hermê derxe û êdî li herêmê piştevaniyê nede komên çete. Mijarek din jî, vegerandina penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê bû.
Diyare dewleta tirk hewl dide bi van manevrayan di qada navneteweyî de ji xwe re derfetan ava bike. Siyaseta li ser dijberî û statuya gelê kurd hatiye avakirin êdî di qada navneteweyî de encam nagire. Bi aşkerabûna kiryerên û sûcûn şer ên li dijî gelên herêmê bi dewleta tirk dide wendakirin.
Di vir de tişta girîng ev e. Welatên ku hebûna xwe li ser înkara gelan avakirine wê wisa bi hesanî statuya Rêveberiya Xweser nasnekin. Di vê mijarê de ya girîng têkoşîna hevpar a gelan e. Ger gelên herêmê di çarçoveya rêya sêyemîn de xwedî li hebûn û nasnameya xwe derkevin wê di mijara naskirina statuya herêmê de jî bibin xwedî rolek e sereke. Geşedanên siyasî yên li herêmê wisa diyar dike ku êdî atmosfera siyasî li gorî vê stratejiyê pêş dikeve. Divê bê zanîn ku çareseriya krîsa Sûriyeyê bi pêşxistina neteweya demokratîk ve dibe.