Divê êdî rejîma Sûriyeyê wê hişmendiya xwe ya tekperestî ya rejîma Baasê biguherîne û di serî de bi Rêveberiya Xweser û hemû hêzên niştimanî ên Sûriyeyê re were ba hev û çareseriyeke demokratîk a li ser bingeha diyalogê bi pêş bixe.
Piştî 13 salan ji wêrankarî, koçberî, kuştin û dagirkeriya axa Sûriyeyê hîna jî rejîma Sûriyeyê di wê hişmendiya xwe ya tekperestî a rejîma Baasê de ye. Ev rejîma hê jî amade ye bi dijminê gelê Sûriyeyê yê ku bûye sedema piraniya vê wêraniyê re rûnê û diyalogê bike lê ew ne amade ye bi hêzên niştimanî yên Sûriyeyî re diyalogê bike.
Her kes dizane û rejîm bi xwe jî dizane û dibêje ku hemû çekdar û çeteyên ku ji her aliyê cîhanê berhev kirin bi riya dewleta tirk û desthilatiya wê derbasî Sûriyeyê hatin kirin. Her wiha li ber çavane û nayê veşartin ku dewleta tirk beşekî mezin ji axa Sûriyeyê dagir kiriye û çeteyên girêdayî xwe li wan deveran bicih kiriye. Tevî wê yekê jî rejîm amade ye ku bi wan re diyalogê bike lê ne amade ye ku bi hêzên niştimanî ên Sûriyeyî re diyalogê bike.
Her kes dizane Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk bi bedelên gelekî giran beşekî mezin ji axa Sûriyeyê parast û hîna jî bi bedelên giran wê diparêze. Lê rejîma Sûriyeyê ji diyaloga bi vê hêza niştimanî re direve û amade ye bi dagirkeran re diyalogê bike.
Ne tenê amade ye bi dijminê gelên Sûriyeyê re diyalogê bike lê hin caran hevkariyê jî bi wan dijminan re dike da ku li dijî vê hêza niştimanî a Sûriyeyî şer bike.
Her kes dizane ku heke ne ji vê hêza niştimanî û bedelên wê yên giranbuha dê rejîma Sûriyeyê jî heta niha li ser lingan nemaya. Ew hêzên radîkal û tarî û ew komên çete yên ku di salên 2012 û salên piştî wê ku rejîm di gelek deveran de têk bikirin dê Heleb û Şamê jî ji destê rejîma derxistina.
Lê bi saya fedakariya mezin a Hêzên Sûriya Demokratîk ew hêzên tarî yek bi yek têk çûn û herêmeke mezin ji destê wan hêzên çete hate rizgakirin.
Ji xwe plana dewleta tirk ew bû ku pêşî bi riya wan komên çete û DAIŞ’ê herêmeke berfireh bixe bin kontrola xwe û wiha serdestiya xwe ya li ser axa Sûriyeyê bidest bixe. Hem rojavayê Kurdistanê ji kurdan vala bike û li şûna wan erebên nêzî xwe bicih bike û hem serweriya xwe li ser Sûriyeyê xurtir bike û li wê gorê bazaran bi hêzên navnetewî re bike.
Her kes van plan û projeyên Osmaniya nû dizane û rejîm Sûriyeyê bi xwe jî hin caran vê yekê tîne ziman. Lê tevî wê jî hîna amade ye bi dewleta tirk re diyalogê bike. Lê ne amade ye bi hêzeke niştimanî ya Sûriyeyî re diyalogê bike.
Ji bo ku çareseriyeke mayînde li Sûriyeyê pêk were, hewcedarî bi diyalogê heye. Ji bo çareseriyeke mayînde ji pirsgirêka Sûriyeyê re were peydakirin divê rejîma Sûriyeyê rojek beriya rojekê bi hemû hêzên sûriyeyî re diyalogê bike.
Diyaloga bi dijminê gelên Sûriyeyê re dê tu çareseriyan bi xwe re neyne berevajî wê yekê dê pirsgirêkên heyî kûrtir bike û deverên dagirkirî zêdetir bike. Çareya bi tenê ya derketina ji vê rewşa kambax diyaloga bi hêzên niştimanî re ye. Lewre hikûmeta Şamê ne bêçare ye, çare diyaloga bi hêzên niştimanî ên sûriyeyî re ye.