7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sûriyeyê diktator çû celad hatin

Her tabloyên ku bûne nasnameya trajediyên mirovaniyê, weke mîrateyek êşê têne binavkirin. Li erdnîgariya Kurdistanê jî, dengbêjan ev trajedi anîne ziman û wek mîrateyek dîrokî hiştine.

Her kesê ku li ser faşîzmê radiweste, dibêje; “faşîzm îdeolojiya sedsala bîstan e.” Ev gotin, tê wateya ku faşîzm bi Hîtler, Mussolînî û şerê 2yemîn ê cîhanê re tê sînordarkirin. Akademisyenên Tirk, (Adem Keser , Aybike Kocadaş) jî, faşîzmê weke îdeolojiyek siyasî ya modern binav dikin. Balkêş e; pirraniya prof.-ên li Tirkiyê darbeyên eskerî yên faşîst, weke bikaranînan mafekî “desturnameyê” bi binav dikirin. (1)

Ev dîtin ne rast in, faşîzm jî, tenê dîktatorî û siyaset nîne. Li gorî mîzena Kurdan. Faşîzm, bi paşayên Îttîhat û Terakkî ku weke çeteyan haraket dikirin dest pê dike. Eger em bi “oktava şîn”a Kafka jî li faşîzmê binêrin, em ê fragmanên dewleta Enqerê jî, ji dikatoriyê bi gelekî wêdetir, dijwartir binav bikin. Eger em di gotina Erdogan ku dibêje, “Em ê şevekê ji nişka ve werin” binirxînin, em ê di gotina Bertolt Brecht ku dibême, “Bi şev dengê trampêtan hat” de binirxînin û kiryarên zarokên Hîtler, ku Îttîhat û Terakkî û qirkirina gelan esas girt, bikarbînin.

Ya rast, Tabloya Pîcaso Guernîca, ku sînoran ji wesif, nasname û nirxandinên faşîzmê re nas nake, weke mînak bigirin.

Ji bo vê jî em ê, îro bi figûrên nigarkêşan, nêzîkî cûrretkariya desthilatdariyên faşîst a AKP/MHP bibin. Herçiqasî, fîgûr û sembolên nîgarkêşan ne dîrekt jî bin, bi reng û sembolan berxwedanê dikin. Rengê nigarkêşan gotin in, heta sinorên asoyên gotinan jî derbas dikin. Nigarkêş, di afirgeriya xwazeyê de berxwedana cawîdanî dikin û mesajê didin. Bazirgan, diktator û faşîst, çiqasî xwezayê talan bikin, wêran bikin jî, xweza berxwe dide û xwe ji xweliya xwe ji nû de ava dike.

Nigarkêş teva, ji civaka ekolojîk in.

Nîgarkêş, hozan û helbestvan, xwezayê diparêzin û desturê nadin ku sembolên aştîyê, kedê, demokrasî, jiyana bi rûmet bibin para diktator û faşîstan. Ji bo vê jî, helbestvan û stranbêj bi gotinan, nigarkêş jî bi rengan têkoşînê dikin. Di tabloyên ku weke resmên drametîk têne binavkirin, darên zeytunê, zeviyên genim, spîndaran, gul, gulbijêrkan, stêrikan û gula berbiro, jin û zarokan sembol in.

Estatîka amuran ku ji serdam antîk. mina “cumik û tevnê” derketine hole, bi destê nîgarkêşan weke nirx û pîroziyek cûda derketin holê. Her çiqasî bi zihniyeta bazirganî, ev nirx ji rola rêkûpêkiya civakî hatibin dûr kirin jî, di aliyê estetîkî de giringiya xwe diparêzin, kesî jî cesaret nekiriye dest bdin vî aliyê hunerê. Mixabin, li navenda ku bûye çavkaniya vî pîşeyê bikaranîna astrument û amurên estetîkê, ji sedema olî, li Kurdistan û Rojhilata navîn, weke ruhên fantazî û xerab hatine destnîşan kirin. Heta doh bû, fotograf jî, bi taswîrî jî be, ji qirikê, bi cilêt, yan jî cuzan dihatin gurandin.

Fotograf dihate gurandin

Ne fotograf, ne jî wêne-tablo weke hunerekî ne dihate dîtin. (Cn. Manî ne dinav de) Ev jî dihate wateya ku disîplîna zanist û huner ji hev dihate qutkirin. Yanî moderbûna civakan dihate kuştin. Dewleta Enqerê, bi vê tarîtiyê, di zihniyet û mêjiyê Kurdan de erdhej çêdikir. Hem ziman qedexe dikir, hem huner qedexedikir û dikire stuyê olê. Piştre civaka Kurd, weke civakek paşverû bi nav dikir.

Helbet, resim, tenê tuwal û boyax nine. Feylesofê Tirk Ulus Baker jî bi devê feylesofê Rusî Alexandre Koyre dibêje; di dawiya sedsala navin de, mirovanî ji serdemek girtî-tarî, derbasî’ serdemek vekir-ronahî bûye. Lê çeteyên Îttîhat û Terakkî jibîr dike. Wajî vî fikrî, bi saya Îttîhat û Terakkî, erdnîgariya Kurdistanê ji ronahiyê kete serdema tarîtîiyê. Serdema dewleta Enqerê jî, civak ji armancê dûr kirin, dinava destîniyek gurandina fotografan û destur nedana gavekê pêşiya xwe bibînin.

Van Gogh dibêje; “Dem deman êş, dem deman perdeya demê û bûyerên ku demê parçe dikin”, dîmen û tabloya serdema me vedibêje. Eş, bûye nan û ava civakan û perdeya demê jî, rê li ber hilatina rojê digire. Dem hatiye parçekirin û tarîtî serdest bûye. Ji bo vê jî nîgarkêş her dem xwe mecbur dibînin ku têkoşînek hunerî bikin. Her kes, serdama navîn weke serdema tarî binav dike. Lê dema em li serdema îro dinêrin, ji serdema navîn bi gelekî tarîtir e û bi qîr, teşqele, dek, dolab û derewan dagirtî ye. (2)

Gelo kîjan serdema li Kurdistanê ne Guernîca Pîcaso ye? Yan jî ne naveroka helbestvan Lord Byron e!.

Her çiqasî, ev helbestvan Igilîstanî, wek Don Juan were binavkirin jî, biqasî T. S Elîot, êş û azara komên xelkê di dil û mêjiyê xwe de hîs kirine. Gotinên wî didine xuya kirin ku dil û cegera wî jî bi xwîn e!.. Balkêş e, pirraniya helbestavanên Kurd, navên dil û cegera bixwîn bikaranîne. Eger dilê Van Gogh, ji xela serdamê, ji perîşanî û xizaniya malbatên Hollandî û Belçîkî, yên ku di zeviyên kartolan de kar dikirin, xwarina wan tenê kartolên kelandî bû, dilbixîn û cegerxwîn nebûya, gelo wî tabloyên malbatên perîşan yên wê serdemê çêbikira?

Bersiva pirsê, tenê bi şerê çekdarî nayên dayin. Zora dewletên bazirgan û haydud, nexweşiya desthilatdaran, bijartina lîteretur û normên zordestiya nijadperestî û hwd. faşîzma tesanutçu-eskerî ku ji aliyê Z. Gokalp ve hate danîn, bi Enver Paşa û piştre bi Mustafa Kemal kete pratîkê, îro jî, bi R.T. Erdogan, di radeya bê ahlakî de dewam dike. Serdema Erdogan, ji her cure nirxên manewî dûr e, di radîkalî û “idiom”ên dagirkerî û tunekirina gelan de, bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

Salnameyên sed salî û îro yên Tirkiyê tabloyên Van Gogh yên serdema xalayê ne. Kiryarên li cografya Kurdistanê de jî tabloya Pîcasso Guernîca ne.

Yanî rewşeke ji dagirkerî û kolonîkirina klasîk cûda heye. Rewşa îro, mina salên 1915- ‘38 volqanî ne û tenê bi metamorfîk a faşîzan, bi volqanên dojehî dikare werin ziman. (3) Di lîteretura marksizmê de jî, ol, pêşiya zextên neteweyî û çînayetî digire. Lê Turk-î Îslam, ji Îslama cîhanê cûda ye, mezheb, Qur’an, sunnet û ferzên olî û hadîsên cenabê Muhhamed teva, di îeolojiya“tûrkî tûrk” de dîl hatine  girtin.

Hîna ne fotogref û ne jî nîgarkêşiya bûyerên sed salî yên çil haramiyên ku garnîzon kirine wargehê kujerî, talangerî, wêranî û wêranzari pêkneahatine û nebûne mîrateya mirovaniyê. Helbestvanên kurd yên ku dil û cegera wan bi xwîn ev trajedî ji gelek aliyan ve anîne ziman, lê nîgarkêşên Kurd ku derfetên hunersaziyê li Ewropa bidestxistine, weke tê xwestin ev kulkeseriya drametîk xêz nekirine. Bêgiuman gelek nigarkêşên Kurd hene. Bi taybetî li Herêma Başûrê Kurdistanê weke pîşeyekî pêşketî hêviyan dide.

Li Herêma Rojava jî nîgarkêşên wekî Malva ve Bahram Haco derketinê hole. Tabloyên Malva, tarîtiya li Kurdistanê ye. Tabloyên Bahram jî, bi sembolên strîzerkên di bedena mirovan de êşa travmatîk destnîşan dikin û bi rengên metaforîk û ecacokî derdixien pêş.

Fatma Koçek û Bekî Avci di lêkolîna li ser Malva da, dibêjin; Tarîtiya di tabloyên Malva de, tarîtiya herî tarî ya cîhanê ne. Bêguman ev tarîtî ne “notr”e, rewşeke dehşetengîz a di jiyana Malva û tevahiya civaka Kurdistanê de ye. Gotina “talva” latînî yê û navê kulikl “bîrovê, yan jî xîro” ye. Bedena vê kulilkê bi striyên hurik dagirtî ye, bilind dibe û kulîlkên gelekî delal û pirrengî vedike.

Dîse Fatma Koçak û Bekîr Avci dibêjin, di wêneyên Malva de, gelek wêne hene. Pîcaso jî di rabloya Guernîka de, di navçeyekê de tevahiya Ispanya û dehşetengîz faşîzma serdemê destnîşan kiriye. Di vê tabloyê de, xalên stratejîk, heyvan, jin, zarokan û avaniyên wêrankirî hene. Tariya di tarîtiya faşîzmê de heye. Tarîtiya Malva û strîzerkên Bahram nexşeyên dramatic yên tevahiya Kurdistanê ne.

Beriya demekê, min nigarkêşê Mizizexî, yê Suryanî Şeo jî nas kir. Tabloyên xwe ji min re şandin û gor ku wî, pêşengehek li Mêrdînê vekiriye. Sembolên Şeo, xaç e, dengê naqosê ye. Di her tabloya wî de, tarîtiya dinava rengên xelcoyî de, gîrî û hawara Turabdin û SEYFO tê dîtin. Şeo perwerdehiya hunerê nigarkêşiyê nedîtiye, lê xuya dike ku hestên wî yên mirovî şiyar in û dikare di rengan de, gîrî û hawara Turabdîn biqîre.

Van Gogh jî, bi taybetî sembola stêrikan de, gerêneka ba û bahozê, yan jî gerêneka çem û deryayê di nava taritiyê de xêz dike. Lê her gerêneka stêrikan, bi saya firçeya Vana Gogh ronahiyek têr û tejî zerkî ruhê mirovan dike. Di jiyana Van Gogh de tê xuya kirin ku ew ji tarîtî, bextreşî û hovitiya sistema bazirganî rizgar nebûye û di encamê de guhekî xw ejêdike. Sembolên Van Gogh, neynika paşerojan ya ba û bahoza çeteyên SMO û HTŞ ya li ser civakên Suriye ne.

Armanca min ji van çend gotinan ew e ku di qîr teşqeleyên serdemê yên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, balê bikişînin ser armancên maksimalîst yên hêzên emperyalîst û Tirkiyê. Helwesta herî balkêş jî ya Tirkiyê ye! Piştî ku  diktatoriya 61 salî ya Suriye têk çû, monanrşîkên li Kendavê bêdeng bûn, lê dewleta Tirk, serokkomar Erdogan, weke gayê bitir ku nîrê xwe bişikîne, serketina HTŞê, ya li Suriye weke serketina xwe binavkirin û bi serxeşiyek emperyalî êrîşî Kurdên li Bakurê Suriye – Rojava kirin.

Dewleta Erdoganland, tarîtiya di tariyê de ye û wahşeta serdemê ye. Vê serdma taritiya tarî de, gelê Kurd û gelê Filîstînî têne tunekirin.

Yekîtiya Neteweyî ku bi armanca aştiyê cîhanê û mafê civakan hatiye avakirin, heta îro ji bo Kurd û Kurdistanê tiştek negotiye, gavek ne avêtiye. Nunerê Filîstînê li NY heye, yê gelê Kurd nîne. Sehwen jî be, NY, ji bo xatirê micalan gotinek ji bo Kurdên têne qirkirin ne gotiye.

Liberal emperyalîzma Emerîka û Ewropa, baş dizanin ku miratzedeyên dewşirme, emperyalîzma Turk-îslam kiriye pratîkê. Li gelek cihên wekî Libya, Ewropa riya wan girtin, lê li Kurdistanê dengê xwe nakin. Bêguman, têkçûna dîktatoriya 61 salî li Suriye jî baş e, lê şûna wê diktatoriyê, celladên serdemê hatin ser desthilatdariyê, ew jî ne baş e.

Divê em jibîrnekin, serekê koma çeteyên HTŞ, Colanî, şagirtê El Baxdadî ye, dema El Bexdadî, di 27ê Cotmeha 2019an de hate kuştin, Colanî li heman gundî li maleke din bû.

HTŞe ne rêxistinek homojen e, ji gelek komen çete hatiye avakirin û heterojen e: Li gorî agahiyan, çeteyên HTŞe, bi hestên tolhildanê êrîşî Elewiyan dikin û komkujiyan dikin.

Erdoganland, 13 sal in kîrîza li Suriye kûr dike û xaka Suriye dagir kir. Bi hatina HTŞ û Colanî jî ranewstiya dixwaze tevahiya Bakurê Suriye-Rojava dagir bike. Eger rast dibêjin ku ew yekîtiya xaka Suriye dixwazin. Îsraîl, gihaye Katana û 25 kilometreyan nêzîkî Şamê bûye. Israîl, cebilxane, balafirgeh, filoyên balafiran, yên kêşitiyan, li erdê yeksan kirin. Erdogan û serçeteê Comlanî çima dengên xwe nakin.

Erdogan hêrsa windakirin û têkçûnê dijî.

Bi gotina Kafka, “Ev refleksa xerabûna xwe bi xwe ye”. Di vê xerabiya xwe bi xwe de, xerabiyê li dijî civakan e. Van Gogh, jî, şer û xerabiyên desthilatdaran, weke  “bahoza dojehî” bi nav dike. Di nameya ku ji birayê xwe re dişîne, aliyê xwe yê mîstik derdixe pêş û dibêje, “pêdiviya min bi olê heye. Dema teng dibim, bi şev derdikeve derve û li stêrikan temaşe dikim.”

Stêrikên Van Gogh, di tabloyên wî de, ji van gotinên cûda ne, “Weke dojehên bi bager û bahozên” û şerên giran in. Ew derya Ezman dike nava bagerên kozmîk ku dîwarê kiklop yê xwedawendan li erdê yeksan dike.

Erdogan, mîstîsîzma olê kuştiye û bi ruhê kujer Ebu Sufyan bijartiye. Bi êrîşên li ser gelê Kurd û gelên din, şîrk û kûfre dike.

Di tabloyên Van Gogh de, delalî û xweşikahiya jiyanê heye. Ligel delalî û xweşikahiyê, êrîşa qijik û qirrikên bêxelat, şevên tarî û tarîtiya bi xezeba ezmanî, tenêtî û wêraniya ku dibe bingeha bêdengiyan heye. Bêdengî, çolkirina jiyanê ye. Erdogan jî dixwaze, Kurdistanê bike çol. Ji aliyekî ve bi çeteyên paramilter, ji aliyê din ve balafirên şer êrîşî Kurdistanê dike.

Kurdistan kûder e, cihê xwedawendên xêr û bereketê ye. Çavkaniya jiyana civakî û afirgeriya evînên destanî ye.

Erdogan êdî Dehaq e, Nemrud e,  jiyanê, ahlak û bi rûmet tune dike. Şerê li dijî Kurdna jî, her diçe Tirkiyê lewaz dike. Banga wan ya dexalet û lavekirina li ber Abdullah Ocalan jî nîşaneya vê ye. Erdogan jî, wê weke faşîstê Espanya Franco xerab têk biçe.

Çavkanî:

  • Rûdena Pîroz ya Siyasetê: Faşizm û Li ser Baweriyên Totaliter, Niurxanianek
  • Matthew Wilson, nirxandinên li ser sembolên Van Gogh û Susan Ayson Stein. di axaftina vekirine pêşengeha 2023 ya tabloyên Van Gogh de heman gotinan bikartîne
  • Metamorfîka faşîzan, guhertina bi dare zorêû, eger guhertin çênebû, tunekirin dikevê pratîkê.