Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê li eywanek dawetê ya navçeya Sûra Amedê civîna gel a Aştî û Civaka Demokratîk li dar xist. Di civînê de rêveberên DEM Partiyê, DBPê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, rêveber û endamên rêxistinên sivîl û gelek kes tev li civînê bûn. Di civînê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî”,”Bi can bi xwîn em te re ne ey Serok” hatin berzkirin. Di civînê de ji bo ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hate girtin û sirûda “Çarxa Şoreşê” hate xwendin.
Çetîn Arkaş ê ku 33 salan di girtîgehê de mabû, Aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata û endama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk wek axaftvan beşdarî civînê bûn.
Parêzer Raziye Ozturk diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in di bin tecrîdê de ye û gelek caran agahî qet jê nehatin girtin lê niha di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de rêbertiyê dike. Raziye Ozturk anî ziman ku piştî pêvajo da destpêkirin gel dikare li fikir û ramanên wî guhdar û temaşe bike û wiha got: “Divê hebûna gelê Kurd di aliyê hiqûqî de bê mîsogerkirin. Divê Mafê Hêviyê were bicihanîn. Erê hebûna gelê Kurd hate qebûlkirin lê divê ku ev hebûn di aliyê hiqûqî de bê qebûlkirin. Ji bo gelê Kurd û gelên din ewlehî û mîsogerî pêwîst e. Divê peymaneke civakî hebe, divê gel ji vê yekê bawer bike.”
Aktîvîsta TJAê Ayla Akat Ata jî anî ziman ku jin pêşengên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk in û bal kişand ser mitînga di 4ê Çilê de li Amedê were lidarxistin û xwest her kes tev li mitîngê bibe. Ayla Akat wiha got: “Gotin û kirinên desthilatê naçe ber hev. Desthilatê-dewletê hê jî îradeya gelê Kurd nas nekiriye. Em dibêjin em ê li Rojhilata Navîn bibin mînakek model. Em wek jinan di navenda pêvajoyê de ne, em jin pêşengiya pêvajoyê dikin. Gelê Kurd di demên tarî de derbas bû, gelê Kurd wêçaxê jî berê xwe da Îmraliyê. Em niha jî berê xwe dîsa didin Îmraliyê. Em dibêjin birêz Abdullah Ocalan îradeya gelê Kurd e.”
Çetîn Arkaş ê ku 33 salan di girtîgehê de mabû jî axivî û wiha got: “Rêbaza li Rojihlata Navîn êdî bi dawî bûye, Rojhilata Navîn wê ji nû ve bê dîzaynkirin. Ji ber wê desthilat li deriyên me Kurdan dixin. Eger ev pêvajo bi aştiyê bi dawî nebe, ez bawer nakim ku aştî careke din çêbibe. Ev pêvajo bê Serok Apo nayê çareserkirin. Di dîzaynkirina Rojhilata Navîn de jî gelê Kurd dixwaze ku tercîha xwe li aliyê yekîtiya bi gelê Tirk rfe bikar bîne. Polîtîkayên dewletê pirsgirêkan kûr dike. Pirsgirêka me ne gelê Tirk e. Pirsgirêka me destilat e.”
