Jinên ku ji girtîgehê dengê xwe li dijî cezayê darvekirinê bilind dikin ji bo wan ne girîng e ku cezayê darvekirinê sucên ji rêzê be yan jî siyasî. Jinên ku di zindanê de bûne dengê têkoşîna li dijî neheqiyê û bi şandina nameyên ku diçirisin peyama hêvî, jiyan, têkoşîn û hevgirtinê didin hemûyan.
Pergala îslamî ya Îranê ji destpêka avakirina xwe ve li ser hemû neteweyên di nav sînorê Îranê dijîn de tundî, cudakarî û mirinê ferz dike. Carinan ziman jî nikare êş û elemên ku li ser civakê bi taybetî jî li ser jinan tên pêkanîn, tundiya ku li ser kêmnetewe û penaberan -ku ji paşvertûtiya mezhebî û kapîtalîzma tund xwe ji sînorên Îranê girtine- pênase bike.
Ez keçeke ciwan a 16 salî ya bi navê Arezû Xawarî difikirim ku ev demeke min nûçeyên wê xwendine. Arezuya ku bi bêrêzî ji dibistanê derkirin, xwe kuşt. Tê gotin ku ji ber desmal ‘xavik’ ji serê xwe avêtiye, jeans li xwe kiriye û govend gerandiye ji dibistanê hatiye avêtin. Bi bihîstina nûçeyê re hêrsa me bi qîrîna li ser cudahî û zordariya zayendî ya li ser civakê, li dijî Îranê dest pê dike, ev rastiyek e. Cudahî û zordariya zayendî li Îranê taqeta mirovan dibire. Biçûkxistina bênavber a jinan, kontrola bedena wan bi zagonên îslamî û her kesên ku li dibistanan heta nav civakê mafê wan heye hukmê li jinan dikin.
Lê dema em pê dihesin ku Arezû jineke ciwan a ji Afganistanê ye pirsgirêk aloztir dibe. Mesele êdî ne dijminiya jinan e, nijadperestî ye ku rûyê xwe yê gemar nîşan dide. Gelo li ofîsa gerînendeyê dibistanê çi bi wê kirin ku dawî li jiyana xwe anî! Çawa, ji bilî biçûkxistina jinekê, ku bi xwe barekî giran e, lê afganîbûn guneheke mezintir e ku li civaka nijadperest a navendparêz a Îranê nayê efûkirin.
Ez sohbeta nebaş a gerînendeyî xeyal dikim: “Tu şerm nakî ku laşê xwe nîşan didî û li ber çavên kesên din bedena xwe dilivînî. Ya ji te ve ev der ku der e? Me ji we re got werin li vir bi rihetî bijîn, bersiva başiya me ev e? Divê hûn li welatê xwe mabana heta ku Talîbanê hûn parçe parçe bikirina.”
Bêguman gelek heqaretên ku naxwazim bibêjim lê hatine kirin. Ew neçar maye ku barê giran ê heqaretê li welatekî jî tehemil bike, ew ne karekî hêsan e. Dilê wê yê ciwan ku di nav hewldana bextewariyê de ji bo xwe û yên derdor lêdida sebra wê bi dawî bû. Xweavêtina ji qata pêncan a avahiyê tercîh dike ku dawî li jiyana xwe ya kurt bîne. Xwişkên Mîrabel Marîa Teresa, Patrîa û Mînerva ku dijberên dîktatoriya leşkerî ya Rafael Trujillo Molina bûn, di 25’ê Mijdara 1960’î de ji aliyê ajanên hikûmetê ve hatin kuştin. Serdestiya Trujillo di dîroka Komara Domînîk de ya herî tund e. Ev roj ji bo bîranîna van her sê xwişkan hatiye binavkirin.
Ez bi xwe difikirim, ma ji Komara Îslamî tirsnaktir tiştek heye?
Divê ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî gotarekê binivîsim. Xuya ye nivîsandina li ser tundiya di van rojan de divê karekî hêsan be. Dinya bi tundî û bêbextiyê serûbin bûye.
Min dest bi nivîsê kir. Lê her cara ku ez destê xwe dibim klavyeya kompîturê, wekî ku tiliyên min bi nivîsandin û mijûlbûna vê tundûtûjiyê red dikin, wekî ku felc dibe. Ji ber vê hemû neheqî dilşikest in. Ji xwe dipirsim, divê ez ji kîjanê binivîsim? Kîjan êşê? Divê ez li ser jin û civaka (queer) ku heta xwediyê bedena xwe nîne binvîsim? Gelo divê ez li ser jinên ku li gor kêfa xwe mafê wan ê stran, govend, reqs û kincan nîne binivîsînim? Li ser jinên ku ji aliyê mêrên malbatên wan ve tên kuştin? Ji ber ku mafê wan ê evîndariyê nîne. Yan na li ser dengê wêrek ê jinên di zindanên Komara Îslamî de?
Ji ku dest pê bikim?
Hatim qehwexaneyeke li taxê, da ku ez bikarim baştir hûr bibim. Ez li quncikê maseyekê hildibijêrim û qehweyekê distînim, dirûnim û kompîtura xwe vedikim. Li rûpelê û kurteya ku min nivîsandî ye dinihêrim. Kafe qelebalix e û du jinên ciwan, belkî 20 an jî 25 salî, destûrê dixwazin ku li kêleka min rûnin.
Ez dibêjim, helbet, kerem bikin.
Bi coşa ciwantiyê tijî ne û di vegotina çîrokên xwe de ji hev derbas dibin. Behsa rêwîtiyên xwe dikin. Dikinenin û dikenin. Û ez ji dil û can ji bo wan şa dibim û dibêjim, xweş bi halê we.
Bi bîranîna jinên Îran û Afganistanê hêsirên çavên xwe paqij dikim û xemgîniya xwe dadiqurtînim.
Gelo gundê Dirîsê yê ku girêdayî navçeya Kazerounê ye, kê Aynaz Kerîmî ya ku ji ber rengê nînikê porê xwe neçar ma dawî li jiyana xwe bîne ji bîr bike?
Xwedaliqandina Aynaz Kerîmî
Aynaz Kerîmî ku xwendekara pola 12’an bû xwe daliqand. Çîrokên jinên li Afganistanê ku li bin kontrola Talîbanê ne dikim.
Hevalek endama RAWA – Komeleya Şoreşger a Jinên Afganistanê di hevdîtineke me de got; “Jineke ciwan ji destê tecawizkarê xwe direve. Ji bo ku xwe bigihîne cihekî ewle li otobusê siwar dibe. Di rê de leşkerên Talîbanê ji bo teftîşê otobusê disekinînin. Ji ber ku jina ciwan bi tena serê xwe bû, bi zorê ew ji otobusê daxistin. Jina ciwan a ku xwe ji tecawizkar rizgar kiribû, vê carê rêyeke wê ya revê nemabû. Ew çend mehan di girtîgehê de ma û gelek caran rastî destdirêjiya zilamên Talîbanè hat. Dibêjin ku ew hatiye berdan. Lê kes aqûbeta wê nizane.”
Ev, tenê mînakeke gelek qurbaniyên Talîbanê ye. Ez li herdu jinên ciwan dinêrim ku li kêleka min rûniştî ne. Hê jî bi ken û sohbetê ve mijûl in. Dilê min dixwaze bipirsim, “Gelo hûn dizanin ku li aliyê din ê dinyayê, cihên ku dewleta we bi navê rizgariya jinan bi leşkerî dagir kirine, çi diqewime û rewşa ciwanên di temenê we de çawa ye?”
Çavên xwe vedigerînim, dibêjim, “Çi karê te bi wan ketiye? Bihêle bila sohbeta xwe berdewam bikin. Bila bikenin.”
Nivîsa xwe didomînim. Lê vê carê der barê serhildana jinên ku dibêjin “Na!” de radibin ser xwe û mafên xwe dixwazin. Ên ku serî natewînin an jî taqeta wan a destûran namaye. Yan jî yên ku gav avêtine meydanê heta ji bo hemûyan dinyayeke baştir bînin; ên ku hatine şoreşeke bikelecan a jinan pêk bînin.
Şoreşa Jin Jiyan Azadî
Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’yê şoreşeke mirovahiyê û rûmetê ye. Bihêlin ez qala her yek ji van koman bikim. Pêşî yên ku sebra wan bi dilopa dawî ya ku li ser tê rijandin tijî dibe. Bêyî planeke ji berê ve hatibe destnîşankirin, perdeyan diçirînin, zincîran dişikînin û dikevin ser rêyeke belkî bêveger.
Dema ev jin ji malê derketin, niyeta wan a raperîn û serhildanê nebû tenê xwestin bijîn. Ahû Deryayî yek ji van jinan e. Sibeha payîzê, bi bluz û pantolonekî diçe zanîngehê. Qet nedifikirî ku wêne û navê wê dê gerdûnî bibe. Lê civaka heta diranan baviksalar ji cil û bergê wê hez nake. Di pevçûna bi memûrên ku difikirin ew xwedî beden û jiyana jinê ne, kincên Ahû didirin.
Û kincên xwe yên mayî jî ji xwe dike û di nava mirovên xapînok de dimeşe û dibêje, “Laşê min e û ez ê biryara wê bidim.”
Lê belê kesên li wir bûn, ji wêrekiya Ahû ditirsiyan, serê xwe dadixistin û derbas dibûn. Lê nedinihêrîn. Lê belê ji bo Ahû, ne girîng e ku ew kes destekê nadin wê. Ew bi tena serê xwe dimeşe, serbilind û bêxof.
Koma duyemîn jî ew kes in ku bi awayekî takekesî protesto dikin, lê belê biryara wan ne demkî ye, tevî tenêtiya xwe jî ji berê ve fikirîn û bi biryar û plana protestokirina pergala baviksalariyê ji malê derketin. Di nava 45 salan de gelek mînakên protestoyên bi vî rengî hebûn ku yên herî zêde Homa Darabî û Vîda Movahed in. Du jin ji hev du nifş in, hem newekheviyê protesto dikin, hem jî ji ber zayenda xwe zexta dualî ya li ser wan tê kirin protesto dikin.
Homa Darabî di sala 1994’an de di dema bêdengiya siyasî de, agirê li ser jiyana xwe weke çareseriyê dît, lê Vîda Movahed performansek an jî lîstikeke kolanê ya ku bêmînak bû pêk anî. Li yek ji meydanên herî qelebalix ên bajêr şortekî gelek ji rêzê li xwe kir, li jorê qutiya elektrîkê sekinî, bi şalekî xwe yê li ser şaxekê yan jî parçeyekî tenik ê darî rawestiya.
Koma din jî ew kes in ku dixwazin di zagonan de li çareseriyê bigerin ku li Îranê li ser hesabê ‘şaristaniyê’ cudahî û zordariya zayendî anku hilberandine. Ez ê der barê vê komê de tiştekî nebêjim û wextê we hilnadim.
Û yên ku ji bo rizgarkirina civakê, ji bo rizgarkirina jin, mêr û zarokan daketine qadan. Ên ji bo rizgariya hemû neteweyên li erdnigariya Îranê dijîn. Jinên ku dengê wan bi dîwarên girtîgehên Komara Îslamî jî nayê bêdengkirin.
Jinên ku ji nava girtîgehê dengê nerazîbûna wan li dijî cezayê darvekirinê ye û ji bo wan ne girîng e ku cezayê darvekirinê ji bo sûcên jirêzê be yan jî siyasî be. Jinên ku di zindanê de bûne dengê têkoşîna li dijî neheqiyê û bi şandina nameyên ku diçirûsin peyama hêvî, jiyan, têkoşîn û hevgirtinê didin hemûyan.
Ew li welatekî wisa têkodikoşin ku yek ji rêjeya herî bilind a darvekirinan e. Ji cotmeha 2023’yan heta cotmeha 2024’an tenê li girtîgehên Îranê zêdeyî 811 kes hatin darvekirin. Di rewş û şertên bi vî rengî de jinên milîtan û serhildêr hemû xeteriyan digirin ser xwe.
Li şûna ku serê xwe li dijî paşverûyan bitewînin ew tercîh dikin ku li ser pêyan bimirin. Cîhan ji hebûna jinên bi vî rengî serhildêr, bedew, jêhatî û bi hêvî bi kûrahiya bi bandor dibe.
Mînaka berbiçav a vê komê, jinên weke Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî, ku du jinên têkoşer ên kurd in û herdu jî di zîndanên pergala Îslamî ya Îranê de ne û cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn. Ev jin tenê ji bo xwe derneketine qada têkoşînê. Werîşe di nameyeke xwe ya ji zindanê şandiye de wiha dibêje: “Wek keseke ku ji bo rewşa civakê biguherîne û jiyanê watedartir bike min gav avêtiye û xwe hezkirî û piştgira jin û hemû mirovên êşkişandî dihesibînim.”
Van jinan bi têkoşîna xwe têkoşîna jinan ji nû ve pênase kirine. Têkoşîna van jinan ne tenê ji bo mafên wekhev ên jin û mêran a di çarçoveya kapîtalîzmê de ye. Xet û têkoşîna van jinan dijkapîtalîzm, dijmêtingerî û kedxwarî, dijnîjadperestî û ji bo wekheviya zayendî ye. Ji bo parastina jîngehê/ekolojiyê û li dijî şer û dagirkeriyê bi baweriyeke radîkal e.
Weke ku Pexşan di yek ji nameyên xwe de dibêje, ‘Şoreşa jinan ne çalakiyeke reformîst e, çalakiyeke radîkal, teorîk û zanistî ye. Di temenê şer de têkçûna rastiya civak, xweza û qeyranê ya di asta herî jor de ye. Tevî vê rewşa kirêt jî di azadiya civakê de her tim israrek hebû û li dijî tecrîd, şer û darbeyan em dibêjin şoreşa jinan di heman demê de hevgirtina hest û afirîneriya azadiyê ye.
Dema em jin bibin xwedî hişmendî û zimanekî hevpar, li dijî hişmendiya baviksalarî/mêrperestî û otorîteya navendî û tepisandina vîn û jiyana xwe têbikoşin, em ê bikaribin guhertinên bingehîn û jiyanî pêk bînin. Formûla vê hevgirtin û hevdengiyê ‘Jin Jiyan Azadî’ ye.”
Ev têkoşerên serhildêr hatine ku dinyayê bi awayekî cuda watedar bikin û rêyeke nû ya duristî, rûmet û dilovaniyê bi xwe re bînin.
Nivîsa xwe bi gotinên Werîşe Muradî ku dibêje: “Li şûna ku tarîtiyê nalet bikim, min çirayek vêxist” bi dawî dikim.