18 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Li Stewrê panela Wêje û Mirov

Rêxistina DEM Partiyê ya Stewrê li avahiya xwe bi şiara "Wêje neynika mirovahiyêye" panela Wêje û Mirov li dar xist.

Rêxistina DEM Partiyê ya Stewrê li avahiya xwe bi moderatiya Feratê Dengizî panela “Wêje û Mirov” li dar xist. Parlamentera berê ya Mêrdînê  Gulseren Yildirim û Helbestvan Sabri Vural wek panelîst axivîn. Ji ber cara pêşîn panelek wisa pêk hat, beşdaran eleqeyek mezin nîşanî panelê dan.

Gulseren Yildirim bal kişand ser girîngiya ziman, wêje û bandora wê ya li ser mirov û got: “Ji lorîna dergûşê û heta ciwaniyê û wêdetir xweşik-kirina zarok bi çanda zimanê dayikê ya kurdewar û tevlêkirina li civakê cihekî taybet digire. Dayik nexasim dayika kurd mamosteya jiyanê ye.

Sabrî Vural jî helbest û çîrok pênase kir û watedayina wan a ku wêjekarên cîhanê daye wan cure wêjeyan û çawa mirov xistine bin bandora xwe. Çend helbestên xwe xwendin û guhdar hestiyar kirin. Bi vegotina çîrokekê jî girêdana mirov bi axê û welat re diyar kir û pê re xweşawaza ba û bahoza erdnîgariya welatê me raxist ber çavan. Dewiyê got, “Dayika Kurd, makeşêr e.”

Ji guhdaran pirs hatin kirin û bi nirxandinan re klamek hat srîn.

Feratê Dengizî jî mijar da ser hev, malavayî anî ziman ji bonî yên ku ked wê xebatê.