Di 31’e Adara 2024’an de wek her derê welêt li Stewrêya navçeya Mêrdînê jî hilbijartina herêmî pêk hat. Partiya DEM’ê jî bi pêşhilbijartinê berendamên xwe tesbîtkirin û dest bi karûbarê hilbijartinê yên divêtî kir.
Mirov dikare bi çar xalan rewşa vê hilbijartinê binirxîne. Ev jî wek her rewşa li her derê Kurdistanê ye, lê hin cudahî hene.
Yek; Mêtingeriyê xwe bi zelalî da der. Ji walî bigire heta karmendên dewletê, çi sivîl çi leşker ji berendamê AKPê yê kurê şêx bû re xebitîn. Alîkarî belav kirin, berjewendî bikaranîn, heta gefxwarin aşkere kirin û hin partiyên muxalif bi awayekî kişandin cem xwe. Ya girîng ji derveyî navçe-bajêrî ji Çarşambaya Samsûnê heta Qersê hilbijêr anîn. Rewşa dengdayînan wisa bû; AKP:6015 / DEM Parti: 5248… Dengê hilbljêrên ji derve:978. Nêzikî 1300 hilbijêrên ji derve deng dan, hinekan dengên xwe şewitandin û hinekan jî dan partiyên dinê. Ku dengen hilbijêrên ji derve bên derxistin berendamên DEM Partiyê bi 211 dengan tên hilbijartin. Ligel bertek û itirazên zagonî rewş neguherî. Yani mirov dikare bi rihetî bibêje şaredariya Stewrê bi hîlebazî û zorê ji aliye desthilatdariyê hat xespkirin ku ev rewşa mêtingerî-mijokdariyê radixe ber çavan.
Didu; Rewşa qadên serdest ên herêmê jî; çi şêx, çi bermayiyên axe û giregirên herêmê û cerdevan, şênber alîkariya desthilatdariyê bû. Mixabin reqabet û qayîşkêşa keyatiyê jî ket xizmeta vê têgihîştinê. Nirxên gelên xwe yên çandî- civakî-sosyalî piştguh kirin. Lê gelên herêmê yên demokrat î Kurd û derveyî Kurdan ên Suryan û Ereb wijdanê xwe xeranekirin, piştgiriya xwe zêde jî kirin, ji ber hilbijêrên ji derve hebikî xwe vegirtin û gelek ji wan li navenda Stewrê nehatin ser sindoqan.
Hilbet di vira de kêmaniyê me xebatkaran jî hebû, divê mê rê û rêbazên ku encamê bidestbixin û hevalên xwe zêdebikin peyda bikirana. Sisê; Reqabeta desthilatdariyê ya navxweyî; vê rewşê jî em pir êşandin. Divê em li ser vê xalê bêhtir bisekinin. Di hilbijartina berendaman a Delegasyonê, di Pêşhilbijatrtinê de pir neyînî derketin; wek rêveberî çi ya bajêr çi ya navçeyê tev ketin kêmaniyan, divê ji bonî derbeke dinê em dersan jê derxin, xwe perwerde bikin û baştir xwe amade bikin. Disa xebatên berendaman ne li gorî paradîgmaya me bû, ezezî derket pêş. Lê dîsa jî hilbijartina berendaman ji hela gel ve baş e, em dikarin kêmasiyan berteref bikin.
Rewşa berendamên ku nehatin hilbijartin mijara rexneyê ye. Bengîbûn û aşiqiya desthilatdariyê bû xeletiyek û qelsiyek mezin. Hişmendiya “ku hûn min nekin hevşaredar, min nekin başqan; ez naxebitim…” Vê derbê derbeyek mezin li me, kesayeta me, xebata me, hişmendiya me xist. Divê li ser vê bêhtir bê sekinandin, heta navenda partiyê divê ev mijara nirxandina sereke be! Divê hesap bê pirsin. Kî ji kê ji çi dixeyîde, ma ev partiya xeydê ye, ev qet nayê qebûlkirin… Rêhevalên me can û rûhê xwe didin û dibêjin “hê jî em deyndar in!” ê me dibêjin “ez naxebitim…” ewqasî hişmendî dişemite têgihiştina serdestiyê. Divê em xwe di berçav re derbasbikin û li rêya rast vegerin!
Dermanê vê jî perwerde ye. Divê dem ji perwerdehiyê re zêde bê veqetandin. Çar; Neyîniyên hundirîn; Di serî de parvekirin qels bû. Lîsteya endamê meclîsê ne bi rêveberiya navçeyê ne jî bi berendamên şartedariyê re nehat parvekirin, di lîsteyan de jî xeletî hebûn, mirovên nenas bêyî rêveberiyê xistibûn lîsteyê, hâlbuki endamên hevşaredariyê divê raya wan ji bo lîsteyê hebûna, lewra ew ê bi hevre bixebityanan. Vîna xwecîhî divê bêhtir bihata naskirin û têketa merîyetê. Bi bêûjdanî, bêexlaqî û ji ber sedêmê biçûk, welatparêz jî di nav de, hin kes û derdor, nexasim ji bonî keyatiyê ketin xelatiyan. Çi bi zaneyî çi bê zaneyî ketin xizmeta mêtingeriyê û hinekan jî xwe bi erzanî firot, a ev nayê qebûlkirin û ne liyaqî me
1-Bi ya min keyatî jî di vê bi pêşhilbijartinê pêk bê ku xeletiyên vê hêlê jî kêm bibin. Hilbet bi gelemperî, bi giştî gelê me taca serê mê ye û hêz û coşa wan li pêş bû. Bi kurtasî jî divê bê gotin ku saziyên me yên rûmetê jî ketin kêmaniyan; Eşîrtî, Azbetî, Malbatî, Gundîtî, berjewendiyên kes û derdorê bêhtir derketin pêş, em ji hin rêgezên xwe yên esasî bi dûr ketin, divê em bidin ser şopa heqîqetê û li riya rast vegerin û vê hêzê, hêza xwe xurt bikin. Em ne hêza fesadî, genîtî û rizandinê ne, em hêviya demokrasi aştî, wekhevî, jîngehî û jin/jînparêzî ne û hêviya min/me gelekî xurt e ku em ê tevayên êş û xeletiyan veguherînin hêza xwenûkirinê, nûbûnê û ji herdemê xurt-tir van rojên teng li paş bihêlin. Mijara hevserokatiyê jî divê ji herdu hêlan ve jî, çi jin çi mêr divê baş fêhmkirin û em ji şaşiyan dûr bin!
Ligel gelek neyîniyan, xebat xweş bû. Gel bi ruhekî serhildanê tevlî hilbijartinan bû. Jixwe ne ji hilbijêrên ku ji derve hatibûn bûna, me şaredarî bi dest xistibû. Dîsa gelên me serkeftî ne û ya girîng ne şaredari, berxwedan û pêşveçûnên civakî û demokrasiya gel e, demokrasiya gelan e.
Temamên rêveberên navendî yên bajêr û navçeyê û gelê Stewrê pîroz dikim. Bi taybetî roja hilbijartinê parlamentera me Bêrîtan Guneş Altun, parezerên peywirdar û rêveber û xebatkarên giştî yên navenda Stewrê pir berxwedêr bûn, bi wan şanaz im û dibêm mala wan tevan ava. Her serkeftî bin, serkeftinê dixwazim.
Li Stewrê ev qewimîn û hîlebaziyê mafê gelan xwar! Di vira de jî kêmanî, ez jî di serî de, ya me rêveber-xebatkaran e, divê em hê bêhtir xwe rexnebikin. Rast bikin ji bona demokrasiya rastin di nav hewldanê û jiyana têkoşînê de bin. Hê bêhtir têkoşîn, hê bêhtir şiyarî, hê bêhtir berxwedan, hê bêhtir demokrasiya navxweyî û têkoşîna demokrasiya rasterast a gel î radikal!