Li Stenbolê dê bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê were lidarxistin. Navnîşana pîrozbahiyê jî Qada Yenîkapiyê ye.
Qad, bi alên kesk, sor û zer hatiye xemilandin. Li qadê platformeke mezin hate avakirin. Li qadê pankartên mezin ên bi nivîsa “Jin, jiyan, azadî”, “Newroza azadiyê pîroz be” hatin daliqandin. Her wiha li her du aliyên platformê du ekranên LEDê yên mezin hatin danîn.
Ji bo pîrozbahiya Newrozê bi kelecaneke mezin gel berê xwe didin qada pîrozbahiyê. Welatî, ji du noqteyên cuda dikevin qadê. Coşa welatiyên şal û berstuhkên kesk, sor û zer li xwe kirine, rê li ber dîmenên rengîn vekir. Bi hezaran kes diherikin qadê û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” berz dikin.
Bernameya Newrozê jî wiha ye;
Ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Kadîr Çat û Grup Praksîs dê derkevin ser dikê. Tê payin ku Hevberdevkê HDKê Alî Kenanoglû, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gultan Kişanak, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder, Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konukçu û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin di pîrozbahiyê de biaxivin.