26 ADAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Stenbolê 4 rojan qedexe

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de siyasetmedar, hunermend û rojnameger jî di nav de der heqê zêdetirî 100 kesan de biryara binçavkirinê hat dayin. Li ser bertekan li dijî vê pêkanînê medya dîjîtal bi sînor kirin û waliyê Stenbolê jî ji bo 4 rojan her cure, meş, daxuyan, çalakî û xwepêşandanan qedexe kir.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû yê CHPî jî di nav de gelek kes îro di danê sibehê de hatin binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku Îmamoglû ji ber îdiayên “Rêveberiya rêxistina sûc”, “endamtiya rêxistina sûc”, “îtfîkap”, “bertîl”, “şêlandina biwesf”, “daneyên şexsî bi awayekî derhiqûqî bi dest xistiye” û “di îhaleyê de hîle kiriye” hatiye binçavkirin. Di daxuyaniyê de têkildarî operasyonê agahî hatin parvekirin û ji bo Îmamoglû pênaseya “rêveberê rêxistina sûc” hat bikaranîn.

Li dijî binçavkiririna gelek bertek di raya giştî de derket pêş. Li ser bertekan medya dîjîtal bi sînor kirin û waliyê Stenbolê jî ji bo 4 rojan her cure, meş, daxuyan, çalakî û xwepêşandanan qedexe kir.

Medyaya dijîtal bi sînor kirin

Platforma Şopandina Azadiya Înternetê Netblocksê li ser hesaba xwe ya X’ê diyar kir ku piştî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, li Tirkiyeyê xwegihandina gelek platformên medyaya dijîtal hatiye bisînorkirin.

 X, Youtube, Tîktok, Instagram

Netblocksê di parvekirina xwe de wiha got: “Pîvanekên zindî nîşan didin ku di serî de X, YouTube, Instagram û TikTok, Tirkiyeyê xwegihandina gelek platformên medyaya civakî bisînor kiriye. Ev sînorkirin, piştî binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û bi dehan kesên din ku muxalefet weke ‘derbe’ pênase dike, hat kirin.”

Li Stenbolê 4 rojan qedexe

Piştî ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi îdiaya “Rêberê rêxistina sûc” hat binçavkirin, Walîtiya Stenbolê daxuyanî da. Walîtiyê, li dijî îxtîmala protesto, çalakî û xwepêşandanan, biryara qedexeyê da. Walîtiyê ragihand ku ji 19ê Adarê heta 23yê Adarê li seranserî bajar tevahiya civîn, xwepêşandan û daxuyanî hatine qedexekirin.