Di 4ê Tîrmeha 2022yan de di civîna Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê de dema Şaredar Mustafa Gultak gotiye bila kesên dibêjin “PKK/YPG/PYD rêxistina terorê ye” destê xwe bilind bikin, 12 kesan destê xwe bilind nekiriye.
Di lêpirsîna ji bo ew 12 de kesan de hatiye gotin ku 5 kesan “propagandaya rêxistinê kirine” kesek jî xebatên rêxistinî ji bo KCKê kiriye û di xebatên “Komîsyona Aştî û Edaletê” de bi awayekî çalak cih girtiye.
Hat zanîn kesên ku hatine binçavkirin birine Rêvebiriya Emniyeta Stenbolê ku li Kolana Vatanê ye.