Piştî lêkolînên DNAyê, 22 cenazeyên ku ji gorên komî yên Şengalê hatibûn derxistin, duh gihişte Şengalê û îro wê radestî malbatên wan werinkirin.
Bi sedan welatî ji bo beşdarî merasîma wergirtina cenazeyan bibin, li ber bîrdariya Fermana 3yê Tebaxê ya li gundê Solax yê Şengalê amadebûne.
Ji tevahiya Şengal û derveyî Şengalê gel, berpirsên siyasî û leşkerî, kesayetiyên olî, şandeya Meclisa Ruhanî, Babê Şêx, nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) beşdarî merasîmê bûne.
Piştî axaftin û peyamên ku bên kirin, wê belgeya wefata şehîdan radestî malbatan re were kirin. Her malbatek wê cenazeyê xwe wergire û li goristana gundê xwe bispêre xakê.