Li gorî bîlançoya ku roja pêncşemê ji aliyê Nanevana Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ve hatî aşkerakirin, dawiya hefteya borî di şerê li wîlayeta Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê destpê kirî de, zêdeyî 350 kes mirin.
Li gorî SOHRê, di bûyerên tundiyê de bi giştî 79 şervanên Durzî, 55 sivîl, 189 endamên artêşê û yan jî ewlekariyê û 18 êrîşkarên Bedewî hatin kuştin. Li ser vê yekê, di êrîşên Îsraîlê de 15 leşker û endamên hêza ewlekariyê hatin kuştin.
Piştî bombebaranên li ser derdora qesra serokatiya li Şamê ya Îsraîlê û biryargeha leşkerî, agirbest hate îlankirin. Piştre hêzên Şamê ji Siwêdayê vekişiyan.