8 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Siwêdayê hewldana hêzên hikumeta Şamê têk çû

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê ragihand ku wan hewldana hêzên hikumeta veguhêz a ketina rojevayê Siwêdayê têk bir û diyar kir kuştî û birîndarên hêzên hikumetê çêbûn.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan hewldana hêzên hikumeta veguhêz a ketina nuqteyeke leşkerî yên hêzên Siwêdayê ya li rojavayê bajar têk bir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Komek endamên hêzên hikumeta veguhêz berbanga îro hewl dan di rêyeke çandiniyê de ber bi nuqteya hêzên me ya li rojavayê bajar a nêzî bajarokê Welgayê pêş de werin. Yekîneyên me hewldana komê şopand û tavilê bersiv da. Di encamê de kuştî û birîndarên komên çêbûn. Tu zerar di nava yekîneyên me de çênebûn.”

Fermandariyê diyar kir ku yekîneyên wê ku li hemû eniyan belav in, dê bersiva hemû êrişan bidin. Her wiha daxuyand ku dê parastina ewlehiya herêmê bidomînin.