Jinan xwest li Şirnexê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navnetewî e meşekê li dar bixin. Lê polîsan êrîşî meşê kirin û nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût û Omer Akin, nûçegihana JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn û gelek jin binçavkirin.
Hate zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine Miduriyeta Polîsan a Bajêr.