Weliyê Talîbanê Abdul Karîm Jahad, diyar kir ku şevê din li herêma Spin Boldak a Afganistanê di navbera hêzên Afganistan û Pakistanê de şer rû daye.
Li gorî Jahad, di şerê ku nêzîkî du saetan dewam kir de 4 sivîl mirin û 4 sivîl jî birîndar bûn. Her du aliyan hevdu bi destpêkirina êrişê tewanbar kirin. Şer danê sibê bi lihevkirina herdu aliyan re rawestiya.
Ji cotmehê ve di navbera Afganistan û Pakistanê de rageşî berdewam dike. Sînor girtî ye û bazirganî jî hatiye rawestandin. Agirbesta ku ji hêla Qeter û Tirkiyeyê ve hatiye îmzekirin, mayînde nebû. Herdu alî bênavber nûçeyên şer parve dikin.
