Partiyên siyasî û saziyên sivîl wê di 6’ê mijdarê de bi dirûşmeya “Li hemberî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” ji Silopiya bimeşin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYADER), TUHAD-FED, MED-DER,NÇM, Platforma Koçberiyê, Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê têkildarî meşa ku dê di 6’ê mijdarê de bi dirûşma “Li hemberî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê” bê lidarxistin, li avahiya HDP’ê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê daxuyanî dan. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz, serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP’ê ya Şirnexê û navçeyên wê tev li daxuyaniyê bûn û banga tevlîbûna meşê kirin.
Daxuyaniya hevpar ji hêla hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ve hat xwendin. Ozturk, bal kişand ser êrîşên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê û wiha got: “Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser xaka başûrê Kurdistanê ji sala 2021’an û vir ve bê navber didomin. Di dîmenên ku derketine holê de diyar dibe ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî yên ji hêla artêşa tirk ve, endamên PKK’ê jiyana xwe ji dest dane. Li gel vê, li erdnîgariyeke berfireh wêraniya ekolojîk hat jiyîn û hemû jîndarên ku li herêmê dijîn zirareke mezin dît û vê jî di civakê de rê li ber hêrseke mezin vekir. Bi qasî ku em li ser çapemeniyê dibînin, tê diyarkirin ku endamên PKK’ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane.”
‘Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye’
Ozturk, di berdewamiyê de anî ziman ku Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî re peymanên navneteweyî bin pê dike û wiha domand: “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer û mirovahiyê ye. Wext tune ye. Der barê bikaranîna çekên kîmyewî ku ji bo hemû zindiyên gerdûnê xetereye û di hiqûqa navneteweyî de wek sûc tê dîtin, tespît û delîlên cidî hene. Di dîmenên ku hatine parvekirin de xuya dibe ku Tirkiye bi awayekî aşkera peymanên navneteweyî bin pê dike.”
Divê tu kes nebe şirîk
Ozturk, bal kişand ser astengkirina lêkolînkirina çekên kîmyewî û wiha pê de çû: “Hikûmeta Başûrê Kurdistanê nahêle ku komîteyên pispor ên serbixwe li herêmê lêkolîna çekên kîmyewî bikin. Ev yek jî rê li ber hêrseke mezin vedike. Divê rêveberiya herêmê ewlekariya şandeyan bigire û destûrê bide. Divê tu kes nebe şirîkê vî şerê hovane û sûcê li dijî mirovahiyê.”
Banga meşa mirovahiyê
Di dawiya axaftina xwe de Ozturk, da zanîn ku divê hemû kes dengê xwe li dijî bikaranîna çekên kîmyewî derxîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev yek berpirsiyariya her kesî ye. Roj ne roja bêdengiyê ye, roj roja parastina mirovahiyê ye. Roj roja li dijî şer bilindkirina deng e. Jiyana mirovan pîroz e. Em bang li hemû sazî, pêkhate, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, gelê xwe û her welatiyê xwedî wijdan ku alîgirê jiyanê ne dikin ku têbikoşin. Li ser vê bingehê em ê di 6’ê mijdarê de ji Silopiyayê ber bi Xabûr ve meşa ‘li hemberî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê’ li dar bixin. Em, banga tevlîbûnê li tevahiya gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin.”
‘Dev ji vî şerê qirêj berdin’
Ji Meclisa Dayikên Aştiyê Nafiye Yîgît, diyar kir ku ew bi salane li dijî şer aştiyê dixwazin û ev tişt anî ziman: “Li her çar parçeyan jî şerekî dijwar diqewime. Di nava vî şêrî de jin, ciwan û zarok bi çekên kîmyewî tên kuştin. Hikûmeta AKP’ê û MHP’ê ne dibêje jin e, ne dibêje ciwan û dikuje. Em êrîşên bi çekên kîmyewî şermezar dikin. Banga me heye; dev ji vî şerê qirêj berdin. Banga min jî Barzanî re jî heye, heke xwîna kurdatiyê di te de hebe, rê li vî şêrî bigire.”
Dê 6’ê mijdarê de bimeşin
Hevseroka hiştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî destnîşan kir ku dem dema derxistina deng a li dijî faşîzmê ye û wiha axivî: “Divê kesek li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng nemîne. Em ê li dijî vê di 6’ê mijdarê de li Silopiyayê meşekê li dar bixin. Yê ku li Helebçeyê çekên kîmyewî bi kar anî Seddam bû. Lê her kes dawiya Seddam dizane. Lewma divê desthilatdarî baş hizra xwe li ser mirina Seddam bike. Bikaranîna çekên kîmyewî înkar dikin lê roj bi roj van êrîşan zêdetir dikin. Bi binçavkirina Şebnem Korûr Fîncanci re li xwe mikûr hatin. Ji ber tirsa xwe, zilmê zêdetir dikin. Hûn nikarin bikaranîna çekên kîmyewî veşêrin. Heke hûn ji xwe bawer bin, wê demê destûrê bidin ku saziyên serbixwe yên navneteweyî biçin herêmê, lêkolînan bikin û rapora xwe bi raya giştî re parve bikin. Ev sûcê li dijî mirovahiyê, bi alîkariya PDK’ê tê kirin. Ev ne sekneke kurdistanî ye. Em ê li dijî vê dengê xwe bilindtir bikin û di 6’ê mijdarê de bimeşin.”
Divê OPCW lêkolînan bike
Herî dawî jî serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî. Beştaş, diyar ku dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng nemînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tenê rêyeke li ber wan heye ku OPWC biçe herêmê û lêkolînan bike. Em dixwazin biçin wir û rapora xwe bi raya giştî re parve bikin.”