Konferans li Otela Highcrest ya li Silêmaniyê dibin çavdêriya Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan yê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Hemey Heme Seîd de Duyemîn Konferansa Zanistî ya Navdewletî ya Jenosîda Kurd bi tevlibûna bi dehan kesayetan dest pê kir. Konferansê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan yê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Hemey Heme Seîd axaftina ewil kir.
Piştre Şêwirmendê Wezîrê Xwendina Bilind Dr. Amanc Seîd jî li ser rol û giringiya wêje, huner û çapemeniyê ya di nasandina jenosîdên li ser gelê kurd pêkhatine kir. Amanc Seîd got: “Pêwîste bi rêya huner, wêje û çapemeniyê dîrok, rastî û êşên ku gelê kurd kişandine nîşanî cîhanê û nifşên siberojê bidîn.”
Piştre Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî axaftinek kir û got: “Jenosîd berhemê zilma ku ferzkiriye ye, qebûl nekirina dengên cuda ye ku li beramberî gelê kurd hatine kirin. Ji bilî tunekirina mirovan jenosîd li beramberî jîngeha Kurdistanê jî hatiye kirin û hewla bişaftinê hatiye dayîn. Ji bona wê pêwîste bi pênûsa kurdî li ser asta navdewletî jenosîd bê nasandin. Pêwîste rêz li wan kesên ku tawanê enfalê li beramberî wan hatine kirin, bê girtin. Herwiha divê dosya enfalê ji beriya hemû karên din kar li ser were kirin.”
Di dewamê de Heval Ebûbekir da zanîn ku piştî bi salan dijminahiya kurdan hat kirin û cîhan hemû hemfikirbûn ku kurd werin bişaftin, lê kurdan karî li ser lingên xwe bisekinin. Ebûbekir got: “Niha li başûrê Kurdistanê heye, li Rojava sîstema Rêveberiya Xweser heye û li Bakur jî pêvajoya aştiyê heye. Ji bona wê nabe kurd carek din rê bidin ku bi rêya nakokiyên navxweyî û şerê birakujî ev karesat dubare bibin. Ji bona wê divê kurd yekgirtina xwe çêkin.”
Di dirêjiya konferansê de Nivîskar Dr. Mihemed Elî Sultanî jî axivî û got: “Divê dewletên dagirker û serdest bizanin ku gelekî xwedî ferheng, wêje û hunerê tu demê nayê bişaftin. Divê hewl bê dayîn li ser asta navdewletî jenosîdên bi serê kurdan hatine werin nasandin. Pêwîste hewldanên di vê çarçoveyê de tên kirin bi hev re bên meşandin û daxwaza qerebûkirina (Tazmînat) gelê kurd bê kirin. Pêwîste yasayên navdewletî yên ku taybetin bi jenosîdê wergerî ser zimanê kurdî bê kirin.”
Konferansa Jenosîda Kurd dê du rojan berdewam bike û têde gelek mijarên giring ên taybetin bi jenosîdên kurdan bên nîqaşkirin.