Însiyatîfa Navnetewî bi navê “Ji bo Kurdan Edalet, bila PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ derxin” li seranserê welatên Ewropayê kampanyaya îmzeyan daye destpêkirin. Înîsiyatifê 4 milyon îmze daye ber xwe. Kampanyaya ku bi pêşengiya 1000 rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend, aktîvîstên sosyalîst hatibû destpêkirin, berdewam dike.
Înîsiyatifê kampanyayê bi heman armanc û çorçoveyê li salona Xak a Silêmaniyê bi tevlîbûna bi dehan rewşenbîr, siyasetmedar, hunemend û kesayetên Başûr bi dirûşma “Dem dema Azadiyê ye, Kampanya Însiyatîfa Naneteweyî: Ji bo Kurdan Edalet, Daxwaza Lezgîn Dikin ku PKK ji Lîsteya Terorê bê derxistin” da destpêkirin. Piştî hûnermend, rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên naskirî yên başûrê Kurdistanê amade bûn dest bi kampanyayê kirin. Siyasetmedar Ferhat Sengawî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan helbestek xwend û piştre ji komîteya Amadekar Siyasetmedar Mihemed Emîn Pênciwênî li ser kampanyay axivî. Siyasetmedar Emîn Pênciwênî anî li ser têkiliya kurdan û PKK’ê rawestiya û got: “Derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê tê wateya, rewabûna doza Kurd. Naskirina kurdan a li cîhanê. Heman demê dibe deriyek bo kurd siyasî di serî de li bakurê Kurdistan, Ewropa û Cîhanê.”
Herî dawî jî beşdarvanên li salonê mafê axaftinê girtin û ragihand ku divê demildest PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.