Tê payîn sibe festîvala bazara herî mezin ya ji bo berhemên xwemalî li Parka Azadî ya Silêmaniyê, ji aliyê Rêxistina Tirûske ya Hîwa ve were lidarxistin.
Wê di festîvalê de gelek berhemên dest, cûrên xwarin, vexwarin û xurekan bên nişandan.
Rêxistina Trûske di daxuyaniya xwe de ragihand ku wê festîval li Parka Azadî ya Silêmaniyê sibe destpê bike û 4 rojan dewam bike.