12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Silêmanî, Hewlêr û Duhokê gelek kes hatin binçavkirin

Tevgera Nifşê Nû da xuyakirin ku di xwepêşandanên bi serkêmşiya tevgera wan de gelek endamên wan, parlamenterên wan, çalager û rojnamevan hatine binçavkirin.

Li ser banga tevgera Nifşê Nû di 6’ê tebaxê de alîgirên Nifşa Nû li çend bajarên Herêma Kurdistanê dest bi xwepêşandanan kiribûn.

Li gorî daxuyaniya Tevgera Nifşê Nû, 7 parlamenter, 35 çalagerên û gelek rojnameger hatin binçavkirin.

Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd bang li welatiyên Hewlêrê kiribûn ku di dema xwepêşandanê de tenê biçin bazara bajêr, lê ji bo bajarên din banga xwepêşandanê kiribû.

Herwiha Malpera Wêsgenews’ê ragihandiye ku li Silêmaniyê 4 rojnameger hatine binçavkirin û rojnameger Eyub Wertî jî li Hewlêrê hatiye binçavkirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî ne tenê rojnamevanên ku xwepêşandan dişopandin hatine binçavkirin lê hêzên ewlehiyê girtine ser malên gelek rojnamevanan û ew ji malên birine û binçav kirine.

Rêvebirê Navenda Metro ya parastina mafê rojnamevanan Rehman Xerîb jî da xuyakirin ku di 24 saetên derbasbûyî de li Silêmaniyê, Hewlêrê û Duhokê 11 rojnamevan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin.