Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji ber sedemeke ne diyar avahiyeke 5 katî hilweşiya û bi dehan kes di bin kavilên avahiyê de man. Heta niha ji binê 10 kes ji bin kavilan hatine derxistin. Ji van 10 kesan 7 jê jiyana xwe dest dane û 3 kes jî birîndar in.
Tîmên tendirustiyê yên Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ragihandin ku rewşa 2 birîndaran jî giran e.
Xebatên rizgarkirinê li ser kavilên avahiyê didomin.