13 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xelk tê revandin

Çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê rê nadin dezgehên ragihandinê û sivîlan ku bikevin taxa Şêxmeqsûd. Li taxê gelek kes têne revandin.

Çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê rê nadin dezgehên ragihandinê û sivîlan ku bikevin taxa Şêxmeqsûd a Helebê, li gorî agahiyan gelek kes li taxê hatin revandin.

Çavkaniyên xwecihî ji ANHAyê re ragihandin ku kesên hatine revandin birine cihên nediyar û ev yek jî bûye sedema alozî û fikaran.

Komîteyên xwecihî yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kirin ku zêdetirî 271 kes winda ne.

Çavkaniyên xwecihî ji ajansa me re diyar kirin ku çeteyan bi sedan şêniyên taxên ku di rojên borî de bi rojan rastî bombebarana sîstematîk hatibûn girtin. Jin birin mizgeftan, mêr jî birin cihekî nediyar.

Duh, Heyva Sor a Kurd ragihand ku çeteyên girêdayî hikûmeta demkî 3 endamên wê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê revandine.