23 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 19 kes birîndar bûn

Hejmara sivîlên di encama êrişên komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz ên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de birîndar bûne, gihaşt 19an. Jinek jî şehîd bûye.

Çavkaniyên ji Meclisa Tenduristiyê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ajansa me re da zanîn ku hejmara sivîlên di encama êrişên komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de birîndar bûne, gihaştiye 19an ku 3 jê zarok û 4 jî jin in.
Li gorî çavkaniyan, navên birîndaran wiha ne: Henan Ebdulhemîd Îsmaîl (20), Mihemed Ebdulhemîd (19), Ebdulhemîd Îsmaîl (48), Zekeriya Xelîfe (53), Ebdo Eswed (40), Mihemed Nîdal Îbrahîm (18), Aydil Elî (9), Dîcle Osman (34), Dogan Elo (18), Ebdulrehman Horo (18), Cemîl Ekaş (22), Mehmûd Oso (20), Mîrkan Bekir (22), Arif Bilal (20), Robarîn Hebeş (13), Zeyneb Henan (25), Usama Betîx (30), Omer Ebdulqadir Tereb (15) û Nehla Ebdulrehman Dabûl (40).
Her wiha jina ji pêkhateya Ereb a bi navê Fedwa Mihemed El Kurdî ya 57 salî jî di encama êrişan de şehîd bû.
Çavkaniyan destnîşan kir ku piştî topbaran û êrişên rasterast ên li dijî sivîlan, li eniyên derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê niha rewş aram e û hişyarî zêde ye.