Saziya ji girtîgehên pêwendîdar berpirsyar (SNAÎ) ragihand ku li şeş girtîgehên cuda 7 polîs û 50 gardiyan ji aliyê mehkûman ve dîl hatin girtin.
Wezîrê Karên Hundir Jûan Zapata di daxuyaniya xwe ya beriya niha de ragihandibû ku li Girtîgeha Cûencayê hemû gardiyan dîl hatine girtin. Her wiha diyar kir ku mehkûman ji roja Çarşemê ve serdegirtina polîsan şermezar kirine.
SNAÎ ragihand ku bûyera dîlgirtinê dibe ku bersivdana li destwerdana polîsan a li girtîgehan be. Hêzên dewletê ragihandibûn ku ji bo dîtina amûrên qedexekirî yên di bûyerên tundiyê de têne bikaranîn, gelek caran destwerdan hatibû kirin.
Li Ekvadorê ji sala 2021’ê û vir ve nêzî 430 mehkûman jiyana xwe ji dest dan.
Wezîr Jûan Zapata li paytext Qûîtoyê civîneke çapemeniyê lidar xist û got, “Di mijara ewlehiya karmendên xwe de em bi fikar in.”
Ji ber pêla tundiyê ya li girtîgehên ku kartelên Meksîka û Kolombiyayî tê de ne, Serokkomar Gûîllermo Lasso 24’ê Tîrmehê li sîstema girtîgehê ji bo 60 rojî rewşa awarte ragihand. Vê tedbîrê rê li ber şandina artêşê ya ji bo girtîgehan vekir.
Komên ku qaçaxçitiya narkotîkê dikin li girtîgehan şerê desthilatdariyê dikin û ji bo operasyonên cuda weke baregehê bi kar tînin.
Dawiya meha Tîrmehê li girtîgeha Gûayaqûîlê çar rojan şerekî giran qewimî bû û 31 girtiyan jiyana xwe ji dest dabûn.