Dewleta tirk a ku li ser înkara gelan hatiye avakirin, qaşo di bin navê hebûna xwe biparêze, di nava hewldanên êrîşkariyên berfireh de ye. Ev dewleta ku bi qirkirin, talan û komkujiyan ve tê naskirin bi desthilatdariya faşîst a AKP/MHP’ê formake nû girt û veguherî dewleta dîktator û qirker.
Erdogan ê hemû zangonên dewletê li gorî desthilata xwe guherî. Ne tenê îradeya gelê kurd êdî îradeya hemû neteweyên li Tirkiyeyê dijîn înkar dike. Ev ne bese ji bo parastina berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê û sergirtina qirêjiyên ku kiriye ji xwe re hevalbend avakirine û bi destê van hevalbendan xwe li ser civakê ferz dike.
Dîktatorê faşîst Erdogan çawa ku li nava sînorê Tirkiyeyê hebûna gelan înkar dike û nahêle dengê pêkhatiyên cuda derkeve li derveyî sînorên xwe jî di nava hemen siyaseta qirêj de ye. Êrîşên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, Şengal, Mexmûr, başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê vê rastiyê bi berfirehî radixe ber çavan.
Divê em bizanibin ku li Tirkiyeyê di qada desthilatdariyê de dijminatiya li dijî gelê kurd gelek pere dike. Desthilata ku bi vê dijminatiyê radibe, xwe bi awayekî herî hêsan dikare bi serkêşên artêşa dagirker, sîxur û kontrayê girêdayî MÎT’ê bide qebûlkirin. Ji ber ku dewletên mîna Tirkiyeyê her gavê amade ne bi destê van saziyên xwe bi her awayî ser îradeya civakî û desthilata siyasî re dibînin. Maf di xwe de dibînin ku siyaseta welat jî dîzayn bikin. Em bala xwe bidênê bi taybet piştî darbeya eskerî ya 12’ê Îlona 1980’ê û şûn ve hemû desthilatên hatine di bin fermana van saziyan de hatine rêvebirin.
Bêguman ji bo ev saziyên ku bi her awayî xwe di ser îradeya gel re dibînin pêdivî bi dijminan heye ku bikaribin hebûna xwe biparêzin. Di vir de ji bo wan “dijminên” herî guncaw dibe kurd. Lewma wisa bi awayekî hovane êrîş dikin û bi tu awayî tehemûla wan ji kurdî re nîne.
Bi taybet piştî desthilata AKP/MHP’ê di formê dijberiya li dijî gelê kurd de jî hin guhertin hatin çêkirin. Bêguman di van guhertinan de bandora amûrên ragihandinê diyarker e. Dewleta tirk a dagirker ji bo di vê qadê de jî bibe xwedî bandor, ji xwe re kalemşorên ku bi her awayî îradeya xwe teslîmî desthilata qirker kirine peyda kiriye. Van kesan her roj derdixe ekranan li ser hev li ser hev bi civakê dide temaşekirin ku wan bike xwedî nasname û pişte bi devê van kesan gotina xwe li ser civakê ferz dike. Gelek caran gotina xwe bi van kesên ku qaşo rojnamegerin dide gotin û ji bo xwe têgehekê dide avakirin. Li ser vê siyasetê dike.
Di demên borî de yek ji van rojnamegerên xwefiroş Abdulkadîr Selvî di nivîsek xwe de bi mijiyê xwe yê biçûk aqilê êrîşê dide dewletê. Ev kesê ku xwe li ser dijminatiya gelê kurd daye avakirin û bi desthilata faşîst daye qebûlkirin hilbijartinên şaredariya yên ku wê di 11’ê hezîranê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk bên ji bo Tirkiyeyê weke gefekê dibîne.
Bêşerm û bêfedî dibeje; “Pêwîste mudaxeleyî vê hilbijartinê were kirin.” Tu lê binere, tevî ku tu heqê wî nîne û tu kesî li ser mijarê mafê axaftinê nedayiyê jî, ji ber ku ew bi zihnîyeta nijadperestî tevdigere bi tu awayî qebûl nake ku kurd bibin xwedî îrade. Tişta Abdulkadîr Selvî derbarê hilbijartinên Rojava de dibêje nerîna fermî ya îdeolojiya dewleta tirk bi xwe ye.
Di vê demê de bi destê kesên ku wisa xwefiroş pêşxistina planên dagirkeriyê ne. Li pişt van nerînan îdîayên mezin hene. Piştî ev nivîsa ku ji aliyê MÎT’ê bi destê Abdulkadîr Selvî hat servîkirin û şûn ve li Tirkiyeyê kalemşorên desthilatê dest bi êrîşan kirin. Di van nîqaşan de jî nerîna hevbeş, înkara îradeya pêkhatiyên gelê herême û mezinkirina dijminatiya li dijî bakûr û rojhilatê Sûriyeyê bû.
Dewleta tirk piştî bi van nîqaşan di civakê de rojevek avakir û şûn ve di civîna Desteya Ewlekatiya Milî de ev mijar anî rojevê. Piştî civînê hate aşkerekirin ku ew bi tu awayî rê nadin yekparbûna welatekî cînar têk biçe. Di vir de tişta başkêş diyare van hilbijartin weke referandûmê nirxandiye û encama di hilbijartinan de derkeve holê wê herêmên bê avakirin. Bi van îdîa û pênaseyên bi her awayî ji rastiyê dûr dixwazin di civakê de têgehêkê bidin avakirin. Ev ne bese ji bo êrîşên nû ji xwe re bingehekê ava bikin.
33 partiyên bakur û rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyek hevbeş bersiv dan van îdîa û derewên dewleta tirk. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta tirk a dagirker bi hincetên cuda gefan li herêmê dixwe, armanca wê dagirkirina Sûriyeyê.
Beşek ji daxuyaniyê wiya dibêje; “Dewleta tirk îdia dike ku projeya Rêveberiya Xweser projeyeke cudexwaziyê ye, lê di bernameyên tu partiyên ku beşdarî damezirandina Rêveberiya Xweser bûne de tu bendên ku banga cudexwaziyê dike nîne. Ev hilbijartin mafekî demokratîk ê xelkê herêmê ye. Divê dewleta tirk ji îradeya gel re rez bigire û dawî li gefên xwe yên li ser herêmê bîne.”
Li hemberî gefên heyî Rêbeberiya Xweser helwesta xwe bi awayekî eşkere daniye holê. Lê di vir de tişta girîng ewe divê li himberî van gefên dewleta dagirker ne tenê Rêveberiya Xweser hemû pêkhateyên heremê bi yek dengî li dijî van gefên ku bi tû awayî îradeya gelên herêmê qebûl nake derkevin. Di van 13 salên derbasbûyî tevî hemû êrîşan û siyaseta înkarê jî Rêveberiya Xweser bi sazî û rêxistinên xwe ev civak parast û gihand astekê. Lewma ne tenê xelkê herêmê divê li ser çar parçeyên cîhanê hemû kesên alîgirên edalet û azadiyê xwedî li vê ezmûna ku bi bedêlen mezin hatiye bi destxistin derkevin.