Piştî ku di civîna li Îranê de hikûmeta tirk nikaribû serokê Rûsya û yê Îranê qayil bike ku êrîşeke nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne, hêviya xwe bi civîna li Soçiyê ya bi serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn anîbû.
Heta niha bi zelalî kes nizane ku Rûsya û hikûmeta tirk li ser çi li hev kirine lê wisa xuya dike ku dewleta tirk destûr ji bo êrîşeke bi rengên berê negirtiye û li şûna wê şêweyeke din ê êrîşan hatiye pêşniyazkirin. Mînaka wê jî zêdebûna êrîşên bi rêya balafirên bê mirov û berfirehkirina topebarana li seranserê sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ye.
Tişta zelal û aşkera ya ji wê civîna Soçiyê derket holê ew e ku Pûtîn berê Erdogan daye lihevkirineke bi Esed re. Lewre jî em dibînin ku çawa rayedarên dewleta tirk behsa têkliyên bi hikûmeta Şamê re dikin. Daxuyaniya pêşî di vî warî de ji Wezîrê Karên Derve Mevlud Çawîşoglu hat.
Daxuyaniya ku tê de sinyala avakirina têkliyên nû û lihevkirina bi rejîma Şamê re herî zêde li deverên ku di bin kontrola dewleta tirk de ne rastî nerazîbûnan hat û li Cerablus, Bab, Idlib, Azaz, Serê Kaniyê û hin deverên din xwepêşandanên mezin li dijî van daxuyaniyan pêk hatin.
Lê ma ew yek zêde xema dewleta tirk e? Ji destpêkê de û heta niha dewleta tirk ew komên muxalefetê û çekdarên wan tenê ji bo berjewendiyên welatê xwe bikar anîn. Hemû veguherandin komên çete yên ku bi pereyan geh li dijî kurdan, geh li Lîbayayê geh li Azebeycanê bikar anîn.
Ji destpêkê de derdê dewleta tirk ê sereke ew e ku kurd li Rojava nebin xwedî statuyekê. Rûsya jî vê yekê baş dizane û dibe di vê civîna dawî de dewleta tirk bi wê yekê qayil kiribe ku bi têkliyên bi hikûmeta Şamê re karibin pêşiya kurdan bigirin û bi hevre şerê wan bikin. Lewre Rûsyayê gelekî li ser çalakirina peymana Edeneyê jî rawestiyabû û ji dewleta tirk re pêşniyaz kiribû.
Her wiha em jibîr nekin ku bi navbênkariya Rûsyayê hin lihevkirin di navbera HSD û rejîma Şamê de jî çêbûn da ku leşkerên xwe bînin ser sînorê bi Tirkiyeyê re. Bêguman Pûtîn ev yek jî di hevdîtina Soçiyê ya bi Erdogan re ji xwe re bikar aniye û teqez ji Erdogan re gotiye; binêre waye rejima Esed û HSD’ê li hev dikin û leşkerên rejîmê li wir in. Pûtîn baş dizane ku her destkeftiyeke kurdan wekî kabûsekê ye ji bo Erdogan lewre bi vê yekê jî wî li danîna têkliyên bi rejîma Esed re sor dike.
Niha bi riya hin medyayên nêzî hikûmeta tirk behsa hin şertên hikûmeta Şamê tê kirin ji bo ku têkliyên di navbera dewleta tirk û Şamê de asayî bibin. Li gorî wan çavkaniyan hin şertên hikûmeta Şamê ev in: Deriyê sînor yê Bab El Hewa dîsa bikeve bin kontrola rejîma Şamê, rêya Hesekê Dêra Zorê, Heleb û Laziqiyê ango rêya M4 tev bikeve destê rejîma Sûriyeyê, Idlib teslîmî rejîmê were kirin û hin şertên din. Li hemberî van şertên Şamê şertê herî bingehîn ê dewleta tirk dîsa bazara li ser destkeftiyên gelê kurd ê rojavayê Kurdistanê ye. Şertê bi tenê yê dewleta tirk ew e ku hikûmeta Şamê jî pê re li dijî hêzên kurd û destkeftiyên wan ê li rojavayê Kurdistanê şer bike û rê nede ku kurd li wir bibin xwedî statu.
Jixwe têkliyên herdu aliyan ên îstixbaratî tu caran nehatine birîn. Heke têkliyên Erdogan û Esed dest pê bikin wê herî pêşî ji Esed bixwaze ku rê nede da ku pergala Sûriyeyê were guhertin û pergala xwe ya hevbeş a Yek dewlet, yek ziman, yek al, yek netew berdewam bike. Li hemberî wê yekê dê Tirkiye bi çek û leşkeran alîkariya rejîma Şamê bike. Heke bi vî rengî lihevkirinek bibe ew jî tê wateya hewildana pêşîgirtina li statuya kurdan û desteserkirina hemû destkeftiyên kurdan û pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Bêguman Rêveberiya Xweser jî dê bi hemû pêkhateyên xwe, bi hemû sazî û dezgehên xwe yên leşkerî û civakî ji bo parastina destkeftiyên xwe li ber xwe bide. Hemû gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe dê li hemberî êrîşan li ber xwe bide. Dê hewl bide ku destkeftiyên xwe yên ku bi berdêlên giran bi dest xistiye, ji dest nede û xwedî li xwîna bi hezaran ciwanên xwe derkeve. Heke pêkhateyên li herêmê bi taybetî kurd û ereb hevgirtineke xurt bikin dê bikaribin li hemberî van hêzên dagirker li ber xwe bidin. Ne tenê di warê leşkerî de divê hemû pêkhateyên herêmî ji bo parastina destkeftiyên xwe bi her awayî tev li vê şoreşê bibin. Berê jî di vî şerê man û nemanê de xwîna ciwanên hemû pêkhateyên herêmê tevlihev bûye û divê tev xwedî li wê xwîn û xwêdanê derkevin. Parastina şoreşê encax wiha dikare bê kirin.