24 SIBAT 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şengalê gorek din a komî hat dîtin

Li navenda bajarê şengalê gorek din a komî hat dîtin. Li gor tê gotin hestiyên 20 kesan di gorê de hene.

Di 3yê Tebaxa 2014an de dema ku çeteyên DAIŞê êrîşê Şengalê kiribûn komkujiyên mezin pêkanîbû. Kesên di wan komkujiyan de hatin kuştin bi awayek komî hatine veşartin.

Yek ji wan gorên komî ku ya kurdên Şia yên Şengalê ne, li taxa Azadî ya navenda Şengalê hat dîtin. Tê texmînkirin ku hestiyên 20 kesan têde hene.

Duh tîmên pispor yên ku ji Bexda û Musilê hatin, dest bi vekirina gora komî hatiye kirin, tê pêşbînikirin ku xebatên kolandina gorê hefteyek berdewam bike. Pîştî xebatên kolandina gorê temam bûn, wê ji bo tespît kirina nasnameya qurbaniyan hestiyan jibo testa DNAyê bibin Musul yan jî Bexda yê.

Yek ji xizmên qurbaniyan kesê bi navê Muhsin Mehmud ku xelkê Şengalê ye û kurdê Şia ye, diyar kir ku nêzî sê salin agahiya wan ji gora komî heye. Muhsin diyarkir ku wan gelek caran ji bo vekirina gora komî serî li aliyên peywendîdar ên hikûmeta Iraqê dane.

Muhsin Mehmud da zanîn ku ev 11 salin ew li hestiyên xizmên xwe digerin û ev bang li alyên peywendîdar kir: “Daxwaza me ewe ku em di zûtirîn dem de hestiyên xizmên xwe bibînin û di goristanên xwe de veşêrin.”

Hejayî gotinêye ku gelek gorên komî li şengal û derdorê wê hene. Heta niha li Şengalê bêhtirî 94 gorên komî hatine dîtin. Ji vana tenê 54 gorên komî hatine vekirin.