Civaka Êzidî bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 21’ê Cotmeha 2023’an de pêngava, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ dabûn destpêkirin. Di salekê de bi dehan çalakî li dar xistin. Destkefiya sereke ya salekî fikrê Rêber Abdullah Ocalan gihandina gelên li Şengalê û giştî Iraqê bû. Pêngava di asta navnetewî de ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirgirêka Kurd hatibû destpêkirin, di salvegera xwe ya yekemîn de îmze avêt bin destkeftiyên mayînde û fikrê Rêber Abdullah Ocalan sînorên welatan derbas kir. Gihand parzemînên cûda yên cîhanê. Herçend pêngav, hîn nekariye dîwarên êşkenceyê ya Îmraliyê hilweşîne û azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger bike jî, lê tecrîdkirina fikrê Rêber Apo heya astekî girîng şikand, kir rojeveke cîhanî û saziyên navnetewî neçar kir di vê mijarê de bikeve tevgerê. Di yekemîn salvegera pêngavê de encama ‘Eger têkoşîn were bilind kirin, azadiya fizîkî ya Rêber Apo gengaz e’ li gel hemû azadîxwazan û gelên bindest çêkir. Civaka Êzidî jî di vê çarçoveyê de 21’ê Cotmeha 2023’an bi daxuyaniyeke girseyî û dirûşmeya, ‘ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ ragihand tevlî pêngava ji bo azadiya fizîkî bû. Di vê çarçoveyê de gelek komxebatên li ser fikrê Rêber li asta Şengal û Iraqê de hate lidarxistin, di asta Şengalê de bi pêşengiya Rêveberiya Xweser, pêkhateya Erebên Şengalê, TAJÊ û Ciwanan çalakiyên dewlemend û bi bandor hatin lidarxistin. Ajansa ROJNEWS’ê kar û xebatên salekî yên Şengalê berhev kirin.
Çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şengalê û Iraqê hatine lidarxistin wiha ye;
Di 10’ê Cotmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi navê ‘ Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ pêngaveke navneteweyî hate destpêkirin
Di 21’ê Cotmehê de jî hemû sazî û dezgehên Şengalê û pêkhateyên Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi navê ‘ Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ tevlî vê pêngava navneteweyî bûn.
Pêngav di nav salekî de li Şengalê pêl bi pêl belav bû, di serî de civaka Êzidî û gelê Ereb, hemû pêkhateyên Şengalê bi dilgermî pêşwaziya vê pêngavê kirin. Bi taybet jinên Êzidî û Ereb, ciwanên Êzidî û Ereb ji bo azadiya Rêber Ocalan û xweseriya Şengalê bênavber çalakiyan pêşxistin. Ji zarokan heya kalemêran, ji serokeşîran heya dengbêjan herkes bi reng û dengê xwe beşdarî vê pêngavê bûn;
25’ê Cotmeha 2023– Li Şengalê ji bo azadiya Rêber Ocalan çalakiya konvedanê hate danîn
-Bi pêşengiya Meclisên Herêma Ereban ya Şengalê hate vedan. Gelê Ereb bi çalakiya konvedanê tevlî pêngavê bû û daxwaza azadiya rêber Ocalan û Xweseriya Şengalê hate kirin.
28’ê Cotmeha 2023- Jinên Ereb ji bo azadiya Rêber Ocalan û xweseriya Şengalê meşiyan
-Jinên Ereb ên Şengalê bi meşekê piştgiriya xwe ji pêngava ‘Ji Rêber Ocalan re azadî, ji Şengalê re Xweserî’ re nişandan û daxwaziya azadiya Rêber Ocalan û Xweseriya Şengalê kirin.
11’ê Kanûna 2023- Standa ‘Pirtûkên Rêber Ocalan bixwîne û bide xwendin’ hate danîn
-Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê ji bo belavkirina fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan standa pirtûkên Rêber Apo danîn û bi vê mebestê belavok belavkirin.
21’ê Çileya 2024- Li Şengalê heftiya xwendina ramanên Rêber Ocalan dest pê kir
-Bi dirûşmeya ‘Parêznameyên min li ku derê bin, ez li wir im’ pêngava xwendina pirtûkên Rêber Ocalan hate destpêkirin. Pêngava xwendinê hefteyek berdewam kir.
26 Çileya 2024 – Fikrên Rêber Ocalan ji aliyê pêkhateya Ereb ve hatin nîqaşkirin
-Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Medîbanê û bi beşdarbûna Meclîsa Jinên Medîbanê û Însiyatîfa Ciwanên Ereb parêznameya Rêber Apo ya ‘Şaristaniya Demokratîk’ hate xwendin û nîqaşkirin.
28’ê Çile 2024 – TAJÊ konê çalakiyê veda
-Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)’ê li navenda Şengalê di bin dirûşmeya ‘Kes nikare roja me tarî bike’ kon veda. Endamên TAJÊ diyarkirin ku ewê çalakiyên xwe ên ji bo azadiya Rêber Ocalan dewam bikin. Her wiha li ber kon ji aliyê Yekitiya Ciwanên Êzidîxanê ve jî standa pirtûkên rêber Ocalan hatiye danîn.
10’ê Sibata 2024 – Jin û ciwanên Ereb li dijî Komploya Navneteweyî meşiyan
-Jin û ciwanên Ereb ên Şengalê li dijî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan meşek lidarxistin û ev peyam dan: ‘’Weke jinên Ereb emê bi şev û roj piştgiriya Rêbertî bikin û ji bo azadiya Rêber Apo a fîzikî emê li ser lingan bin.”
12’ê Sibata 2024 – Jinên Êzidî û Ereb komxebat lidarxistin
-Ji ber Komploya Navneteweyî ya 15’ê sibatê bi pêşengiya jinên Êzidî û jinên Ereb bi dirûşmeya ‘’Ji faşîzm û tecrîdê re êdî bes e” komxebatek hate lidarxistin. Ji tevahiya Şengalê 160 jinên Êzidî û Ereb tevlî komxebatê bûn. Ji Iraqê jî gelek jinên aktîvîst û endamên saziyên medenî yên Iraqê beşdarê komxebatê bûn. Di komxebatê de biryar hate girtin ku fikrên Rêber Ocalan li tevahî Mûsil û Iraqê were belavkirin.
13’ê Sibata 2024– YJŞ banga xurtkirina pêngava azadiyê kir
-Di 8’emîn salvegera damezrandina Yekineyên Jinên Şengalê de fernamdariya YJŞ’ê bi daxuyaniyekî ragihand ku ew vê rojê li Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin û ev peyam da: ‘’Ji bo em bi azadiya Rêber Apo ve bigîhînîn civakek azad, wê têkoşîna me ji her demî bilindtir bibe.”
15’ê Sibata 2024 – Bi hezaran kes li dijî komploya navnetewî meşiyan
-Li Şengalê bi beşdariya civaka Êzidî û gelê Ereb, bi hezaran kes ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. Di daxuyaniyan de hate gotin, azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan wê bibe, serkeftina hemû gelên bindest û banga bilindkirina têkoşîna dijî tecrîdê hate kirin.
6’ê Adara 2024 – Jinên Êzidî û Ereb bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ meşiyan
-Bi sedan jinên Êzidî û Ereb bi dirûşmeya, ‘Jin Jiyan Azadî’ meşiyan û ev peyam dan: ‘Ji bo azadiya Rêber Apo, azadiya xwe û hemû jinên di destê DAIŞ’ê de têkoşîna xwe mezin bikin. Wê azadî bibe para me jinan.’’
4’ê Nîsana 2024 – Êzidî û Erebên Şengalê 4’ê Nîsanê pîroz kirin: Ev rojbûna me ye!
-Êzidî û Erebên Şengalê bi pêşengiya TAJÊ rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşmeya, ‘Jin bi Rêber Apo re ber bi azadiyê ve dimeşin’ pîroz kirin.
6’ê Nîsana 2024 – Li gundê Ereban semînerek li ser 4’ê Nîsanê hate dayîn
-Meclîsa Jinên Ereb ên Şengalê û Însiyatîfa Ciwanên Ereb, têkildarî wate û girîngiya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan semînerek ji bo xelkê herêmê dan.
14’ê Nîsana 2024 – Gelê Ereb 4’ê Nîsanê pîroz kir
-Gelê Ereb ê Şengalê li Geliyê Şilo rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi şahiyekî pîrozkirin û ev peyam hate dayîn: “Rêber Ocalan rêberê hemû gelan e.”
15 Nîsana 2024 – Jinên Êzidî ji Abdullah Ocalan re name nivîsandin
-Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li seranserê Şengalê ji aliyê jinan ve ji Rêber Abdullah Ocalan re name hatin nivîsandin.
17’ê Nîsana 2024 – Jinên Ciwan ên Şengalê panelek lidarxistin
-Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Jinên Ciwan ên Têkoşer yên Başûrê Kurdistanê li Şengalê panêlek hevpar bi dirûşmeya, ‘Jin Jiyan Azadî, azad bike Rêbertî’ lidarxistin.
21’ê Nîsana 2024– Jinên Ereb jî tevlî kampanyaya ‘Serok mêvanê mala we ye’ bûn
-Meclîsa Jinên Ereb jî tevlî kampanyaya TAJÊ ya bi dirûşmeya, ‘Serok mêvanê mala we ye’ bû û li Bîrcarî û Medîbanê serdana malan kirin û wêneyên Rêber Ocalan diyarî jinan kirin. Jinên Ereb diyar kirin, wêneyên Rêber Ocalan xweşîktirîn diyariya jiyana wan e.
Kampanyaya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ hate destpêkirin
-Li hemû gund û navçeyên Şengalê bi pêşengiya TAJÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê kampanyaya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ hate destpêkirin. Bi vê çalakiyê re yek bi yek serdana malbatan hate kirin, wêne û broşurên ku jiyana Rêber Ocalan tê vegotin hatin belavkirin. Ev kampanya heya dawiya meha Hezîranê dewam kir û ji aliyê gel ve bi germî hate pêşwazîkirin.
03’ê Hezîrana 2024 – TAJÊ û YJŞ’ê name ji Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê re şandin
-TAJÊ û YJŞ’ê têkildarî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan nameyek ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandin û jê xwestin, mafê hêviyê bi cih bîne.
23’ê Hezîrana 2024 – Êzidî ji bo azadiya Rêber Ocalan meşiyan
-Li navçeya Sinûnê ya Şengalê bi daxwaza azadiya Rêber Ocalan û rakirina tecrîdê meşeke girseyî bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê pêkhat.
21’ê Tîrmeha 2024 – TAJÊ ji bo azadiya Rêber Ocalan daxuyanî da
-TAJÊ di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî da û diyar kir ku dê heta dawiyê li pey azadiya wî bin.
22’ê Tîrmeha 2024 – Li Şengalê ji bo azadiya Rêber Ocalan şevbêrka dengbêjan
-Bi pêşengiya Navenda Stî ya Nexşa û Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê li ‘Baxçê Serokatî’ yê Geliyê Kersê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan şevbêrka dengbêjan hate lidarxistin. Di şevbêrkê de hunermendan daxwaza azadiya Rêber Apo kirin, stranên li ser Rêber Apo, Derwêşê Evdî û gerîlayên azadiyê gotin.
14’ê Îlona 2024 – Komxebata Ciwanên Ereb ên Şengalê hate lidarxistin
-Komxebata li Şengalê dîyariyê Rêber Abdullah Ocalan hate kirin û beşdarên komxebatê ji bo pêngava azadiyê helwesta xwe wiha ragihandin raya giştî: “Çawa ku Rêber Ocalan 50 sal in bênavber ji bo azadiya gelan têkoşînê dike, berpirsyariya me ya exlaqî û wijdanî ye ku em jî ji bo azadiya wî ya fizîkî têkoşîna xwe bilind bikin.”
18’ê Îlonê 2024 – Komxebata ‘Têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ hate lidarxistin
Li navenda Şengalê Komxebata ‘Têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ hate lidarxistin. Beşdarên komxebatê diyar kirin ku sedema şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn dîlgirtina Rêber Ocalan e û gotin: “Pirsgirêkên heyî jî li derveyî fikrên Serokatî nayên çareserkirin.” Parêzerê Rêber Ocalan Omer Guneş jî di peyama xwe de ji bo azadiya Rêber Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.
22’ê Îlona 2024– Ciwanên Êzidî û Ereb ji bo azadiya Rêber Ocalan meşiyan
-Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşeke dirêj a bi meşale lidarxistin û ev peyam dan: “Di salvegera pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de weke ciwanên Êzidxanê emê tekoşîna xwe mezintir bikin.”
23’ê Îlona 2024 – Xwendina pirtûk û perspektîfên Rêber Ocalan destpê kir
-Li Şengalê bi armanca naskirin û belavkirina fikir û felseyeya Rêber Abdullah Ocalan hefteya xwendina pirtûk û perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşmeya, ‘Rêber Apo li Şengalê ye’ destpêkir.
5’ê Cotmeha 2024 – Li dijî komplo û peymana 9 Cotmehê çalakiya konvedanê
-Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê civaka Êzidî ji bo protestokirina Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û Peymana 9’ê Cotmehê ya dijî destkeftiyên Êzidiyan, ji bo sê rojan konê çalakiyê hate vedan.
16’ê Cotmeha 2024– Serokeşîr û Rûspiyên Êzidî banga azadiya Rêber Ocalan kirin
-Serokeşîr, kesayet û rûspiyên Êzidiyên Şengalê bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo kirin û bang li saziyên navnetewî, rêxistinên mafê mirovan kirin ji bo azadiya Rêber Apo bikevin tevgerê û guh bidin daxwazên ji bo azadiya Rêber Apo.
9’ê Cotmehê 2024 – Gelên Şengalê li dijî komplo û peymana 9’ê Cotmehê meşiyan
-Komploya 9’ê Cotmehê û ‘Peymana Şengalê’ li navenda Şengalê bi meşeke girseyî hat şermezarkirin û ev peyam hate dayîn: “Berxwedana me ya dijî peyman û komployên 9’ê Cotmehê dê ji vêya şûn ve xurttir bimeşe.”