Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 13ê midjarê Dezgeha Ewlekariya Giştî bi piştgiriya Hêzên Taybet (H.A.T.) li navçeya Merkeda ya bajarê Şedadê operasyonek ewlehiyê pêk aniye.
Di daxuyaniyê de li ser operasyonê ev agahî hatin dayin: “Di encamê de sê endamên şaneyên terorîst hatin girtin. Operasyon piştî şopandinek bi dîqet pêk hat, di heman demê de li cihên armancgirtî hate kirin. Her wiha lêgerîn hate kirin û hejmarek çek, telefonên desta û amûrên ragihandinê hatin desteserkirin. Hêzên me piştrast kirin ku gumanbar di bin lêpirsînê de ne û prosedurên qanûnî berdewam dikin da ku asta beşdariya wan di çalakiyên terorîstî û sûcdarî de were destnîşankirin. Piştî temamkirina lêpirsînan, dê ji dadgehê re werin şandin.”
Li Şedadê operasyona ewlekariyê
Li bejahiya bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê di encama oprasyoneke ewlehiyê de 3 bersûc hatin girtin.