1 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şaxê aşût hat xwarê: 2 zarok û jinek di bin de man

Li taxa Bahçelîevler ya navçeya Şaxê ya Wanê aşût hate xwarê, 2 zarok û jinek di bin de man.

Li taxên Bahçelîevler û Adnan Menderes yên navçeya Şaxê ya Wanê ji ber barîna zêde ya berfê di saetên cuda de 3 aşût hatin xwarê û 2 zarok û jinek di bin aşûtê de man. Hat zanîn ku aşûta ewilî di saetên serê sibê de li taxa Bahçelîevlerê hatiye xwarê û aşût bi ser malên welatiyan de hatiye. Aşûta duyemîn li taxa Adnan Menderesê derdora saet 10an û ya sêyemîn jî dora saet 12.00an hatiye xwarê. Li ser agahdarkirina welatiyan tîmên rizgariyê yên Şaredariya Şaxê û Midûriyeta Rewşên Awarte û Karesatan (AFAD) derbasî taxê bûne û ji bo rizgarkirina welatiyan xebat dane destpêkirin. Hate hînbûn ku her du zarok û jina di bin aşûtê de mabûn ji aliyê tîman ve hatine rizgarkirin û rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şaxê.

Li gorî agahiyan rewşa tendûristiyê ya zarokan baş e, lê rewşa welatiya jin xeternak e. Hat ragihandin ku di encama hatina aşûtê de zerareke mezin gihiştiye malên welatiyan û ji bo ewlehiyê ji her du taxan gelek mal hatine tehliyekirin.

Her wiha rêya Wan û Şaxê jî ji ber rîska hatina aşûtê ji hatin û çûyînê re hat girtin.